E.S. da zanîn ku wî biryar da ku ji mala xwe dernekeve û ev tişt anî ziman: “Me biryar da ku em ji mala xwe dernekev in. Wiha ez bûm şahidê ku çawa Artêaş Tirk û çeteyên wê dizî û talan li Efrînê dikirin. Diketin malan û ciwan bi xwe re dibirin cihên ne diyar. Em ji revandin û êşkenceyê ditirsiyan.”

E.S. Di berdewamiya axaftina xwe de jî got ku şevekê dema li mala xwe bû xwest ku zû xew bike û wiha dom kir: “Dema li mal bûm, komeke çete êrîşî mala min kirin. Mal serûbinî hev kirin, li şervanên YPG ‘ê digeriyan. Dema digeriyan hin pere bi min re dîtin. Ez bi xwe re birimû îda kirin ku ez endamê YPG’ê me. Min îdayên wan red kirin. Bi pişta kilêşê il min dan, li zikê min didan. Turek kirin, serê min û ez bi xwe re birim maleke Efrînê ku ji xwe re kiribûn bargeh.”

‘Min kêliyên mirinê bi çavên xwe dît’

E.S. di berdewama axaftina xwe de jî wiha dom kir: “Li bargeha xwe destê min li pişt min girêdan, li zik û pişta min didan. Gotinên kirêt ji min re dikirin. digotin ku ez endamê YPG’ê me. Ji min pirsa cihê malbata min dikirin. min hemû îdayên wan red kirin. Ji min bawer ne dikirin û ji min aciz dibûn. Li min didan û pirs têkiliya min bi Rêveberiya Xweser re dikirin. pişt re herdû lingê min girêdan û ez dalqandim, serê min kirin nava avê û ez dixeniqand im. Min kêliyên mirinê bi çavên xwe dîtin.”

E.S. da diyarkirin ku ew 4 rojan li gel çeteyan ma û wiha dom kir: “Di wan çar rojan de min gelek caran mirin bi çavên serê xwe dît. Bi şev av davêtin ser çavên min, da ku xew nekim. Gotinên pir kirêt ji min re digotin.”

E.S. destnîşan kir ku çeteyan di roja dawî de telefona wî ya bêrîkan lê vegerandin û jê xwestin ku bi hemû xizmên xwe re bixive ji wan re bêje rewş arame û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji min xwestin ku ez bi xizmên xwe yên derketina derveyî Efrînê re biaxiv im û ji wan re bêjim, çete alîkariya me dikirin, bela vegerin bajar. Dema ez diaxivîm kilêş kirin serê min. Di roja 5’an de ez serbest berdam.”

Piştî çend rojan careke din çeteyan derdora E.S jî di nava de 20 ciwanan û zilamên ji taxa Eşrefiyê kom kirin. E.S. Derbarê wê rojê de wiha got: “em li pey hev di rêzekê de rawestandin. Li ber çavê her kesî ji me pirsa çi têkiliya me bi Rêveberiya Xweser û YPG’ê re heye, pirs dikirin. Dema bersiv ne li gorî kêfa wan ba, gule direşandin. Li ber çavên min deh kes qetil kirin.”

Heman pirs ji E.S. jî kirin û dema got k utu têkliya wî bi wan re nîne kilêş xistin serê wî. E.S. derbarê mijarê de wiha got: “Ez pir tirsiyam, min şehadeta mirinê da. Di deh rojên ku ez li Efrînê mam, min mirin bi çavên serê xwe dît. Mirin nêzî her kesî bû. Rojên zehmet û bi tirs bûn min jiyan kir. Dema min eşheda xwe anî, çeteyekî din got ew rast diaxive, mislimane û eşheda xwe tîne. Min bawer ne dikir ji mirinê xilas bibim. Dema ez berdam, min lez kir da ku ji wan xilas bibim, çeteyekî 2 gule li min da, ez bi sivîkî birîndar bûm. Piştre ez derketim û gihiştim malbata xwe.”

E.S. piştî wê bûyerê di nava bexçeyan re berê xwe dide navçeya Şêrawa. Bi şev dimeşe û bi roj xwe di nava keviran de vedişêre, heta gihişt gundê Soxankê ya navçeyê, li vir êdî giha cihekî bi ewle, ji wir jî berê xwe da malbata xwe ya li kantona Şehbayê bi cih bûye.

E.S. di dawiya axaftina xwe de jî got ku ew ê vegere Efrînê û wiha dom kir: “Ez di wê baweriyê de me ku ez ê vegerim û emê tola xwe ji dewleta Tirk û çeteyan rizgar bikin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ