Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan ve dike armanc ku aramiya heremê xirab bike. Ji ber vê yekê di her firsendê de êrişê heremên me dike. Îro jî êrişek din li dar xistin. Di seet 19:00 an de li hember gundê Xirbê Xoy ya girêdayî bajaroka Amûdê êrişek balafirên bêmirov li dar xistin. Di encama vê êrişê de 4 şervanên me yên girêdayî hêzên Erka Xwe Parastin şehîd ketin. Agahiyên berfireh pişt re werin dayin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD

28ê Tîrmaha 2023

Check Also

Şandeya Jinan Bi Boneya Salvegera Sê Jinên Tekoşer Serdana YPJ’ê kirin

Bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta her sê jinên têkoşer Jiyan Tolhildan,Roj Xabûr û Barîn …