YPJ`ê di Bagera Cizîrê de pêşengtiyê dike

NAVENDA NÛÇEYAN – YPJ`ê di Hemleya Bagera Cizîrê de cihê xwe digre û şervanên YPJʹê pêşengtiya hemleyê dikin. Hemleya Bagera Cizîrê ji aliyê  QSD`ê ve ji bo rizgarkirina tevahî gundewarên Cizîrê û rojhilata çemê Firatê ji destên çeteyên DAIŞ`ê, hate dest pêkirin.

YPJ`ê ku di 4`ê nîsana 2012`an de hatiye damezrandin, parastin û rizgarkirina jinên herêmê wek bingeha xebatên leşkerî, girtiye dest. YPJ`ê beşdariyê di tevahî hemleyên rizgarkirinê ku li herêmê hatine destpêkirin de dike. YPJ`ê ji rizgarkirina herêmên Rojava ji rejîma Baas û heta rizgarkirina piraniya erdnîgariya Rojava û Bakurê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê de, dest pêkir.

Ji Fermandarên YPJ`ê Sozdar Cûdî, got ku beşdarbûna wan wek YPJ`ê di hemleya ku QSD`ê ji bo rizgarkirina tevahî erdnîgariya Cizîra Sûriyê û rojhilata çemê Firatê ye û destnîşan kir ku ev herêm xwedî girîngiyekî mezin e. Her wiha diyar kir ku piraniya niştecihên vê herêmê ji gelê ereb in û jina erebî jî di vê herêmê de rastî giştî rengên zulm û zordestiyê û gelek êş ji destê çeteyan dîtine.

Fermandar Sozdar Cûdî, destnîşan kir ku ew wek YPJ`ê belavkirina fikir û felsefeya biratiya gelan di herêmê de hedef digrin, her wiha ji bo rêgezên hezkirin û jiyana hevbeş di nava gelên li herêmê û Bakurê Sûriyê bi cih dibin de xurt bibe.

Fermandar Sozdar Cûdî wiha domand: ʺDema çeteyên DAIŞ`ê êrîş herêmê kirine û bajar û herêmên Bakurê Sûriyê dagir kirine, di serî de jin kirin hedefa xwe da vîna jinê bişkînin û mekaneta wê kêm bikin, li ser vê yekê rizgarkirina jinê li herêmê erka ser milê YPJ`ê ye, ku erkekî pîroz e.ʺ

Sozdar Cûdî bang li tevahî jinên herêmê kir ku destê alîkariyê bidin û tevlî nava hêzên wan bibin, da karibin li hemberî tevahî êrîşên ku hebûna jinê hedef digrin, parastina xwe bikin. Sozdar Cûdî destek û alîkariya jinên herêmê dane dema hêzên wan pêşve diçûn berz nirxandin û wiha got: ʺDema em li herêmên me hedefgirtibû ku rizgarbikin pêşve diçûn, jinên wan herêman destê alîkarî û piştgiriyê didane me.ʺ

https://www.youtube.com/watch?v=ZFE1RDroBRg

Fermandara YPJ`ê her wiha daxwaz ji tevahî jinên herêmê kir benda tirsê ku ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê û rejînêm zordest derketibû holê bişkînin û sîstema xweparastina cewherî ava bikin.“

QSD`ê di 19`ê vê mehê de Hemleya Bagera Cizîrê destpêkir. Hemle ji du baskan ve destpê kirQSD`ê di 4`ê sibata vê salê di nava qonaxa sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê de ev herêm rizgar kirin û bi armanca rizgarkirina tevahî gundewarên Cizîra Sûriyê û Rojhilata çemê Firatê yên hê nehatine rizgarkirin, Hemleya Bagera Cizîrê da destpêkirin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …