Hêzên Bagera Cizîrê derbasî Medînit Siniyê bûn

DÊRZORÊ – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê diyar kir ku Hêzên Meclîsa Leşkerî  ya Dêrzorê û  hêzên ku bi wê re şer dikin, derbasî Medînit Siniyê ya Dêrzorê bûn.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê derbarê pêşveçûyîna Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrzorê di bejahiya Dêrzorê de, daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ku duh hêzên me îlankiribû de, hêzên ku di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Dêrzorê de tevdigerin, gihîştin Medînit Siniyê ya  Dêrzorê.

Hêzên me gihîşin yekemîn kolana Medînit Siniyê û bi rêxistina teror re kete nava şer. Di encama şerên dijwar de, hêzên me derbasî navenda Medînit Siniyê, bûn. Çete jî bi rêya bikaranîna erebeyên bombebarkirî û êrîşên xwekujiyê, pêşveçûyîna hêzên me asteng bikin.

Çeteyên DAIŞ`ê di hundir Medînit Siniyê de xwe bi rêya zêdekirina tunelan, mayînan û erebeyên bombebarkirî, xurt kirine. Lê hêzên bi awayekî pispor derbasî wir bûn û tevgerbûna çeteyan, lawaz kirin.

Li kolanên Medînit Seniyê şerên dijwar rû didin û Hêzên Sûriyê Demokratîk jî bi pêşve diçin.”

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …