QSDʹê 70 ji sedî ji bajarê Reqayê rizgar kiriye

 

REQA – Ji Fermandarên QSD`ê Rojda Felat destnîşan kir ku hêzên wan sedî 70 ji bajarê Reqayê ji çeteyan rizgar kirine.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku di 6`ê Hizêranê de dest pê kiribû bi hemû leza xwe dewam dike.

Derbarê  pêşveçûyînên dawî yên  pêngavê, Endama Fermandariya QSDʹê Rojda Felat ji ajansa me re axivî û diyar kir ku şervanên wan bi moraleke bilind di taxên Reqayê de bi pêşve diçin û da zanîn ku rêbazê ku çete pê şer dikin diyar dike ku muralê wan têk çûye.

Rojda anî ziman ku hêzên wan niha di navenda bajarê Reqayê de şer dikine û heta niha sedî 70 ji bajarê Reqayê rizgar kirine.

Endama Fermandariya QSD`ê Rojda Felat bi lêv kir ku êdî armanca wan a rizgarkirina Reqayê ber bi dawiyê ve diçe û wiha pê de çû: “Bajarê Reqayê ku rêxistina teror wekî ʹPaytexetaʹ bi nav dikir êdî ber bi hilweşandinê ve diçe û taybet ku niha di van kêliyan de taxa Mensur a navenda bajarê Reqayê tê rizgarkirine.”

Rojda Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bejahiya başûr a Cizîrê  li gelan pîroz kir û tekez kir ku meşandina du hemleyan  di heman demê de ji bo şervanan dibe moral û careke din hêza QSD`ê diyar dike.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …