YPJ: Êrîşa li ser hêzên me ne dervayî agahiya hêzên Koalîsyona Navneteweyî ye

NAVEDNA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPJ`ê got:” Ev êrîşa Tirkan a ku li hemberî hêzên me pêkhatî ne dervayî agahiya hêzên Koalîsyona Navnetewî ye. Li hemberî van êrîşan bêdengmayîna koalîsyonê vê yekê sererast dike û rewa dibîne.”

Têkildarî êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser Qereçox û Şengalê, Fermandariya Giştî ya YPJ` daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPJ`ê wiha ye:

“Di êvara 25.04.2017’an de, dewleta Tirk a dagirker êrîşe  hêzên me yên leşkerî yên Rojava YPG û YPJ’ê, di heman demê de êrîşe gelê me yê Şengalê û hêza parastina wê YBŞ û YJŞ’ ê,  kir.  Di encama van êrîşên hovane de bi giştî 20 hevalên me tevlî kerwanên şehîdan bûn. Herwiha, 18 rêhevalên me jî birîndar bûn. Ji van hevalan 12′ jê hevalên me yên YPJ’ê ne. Armanca  êrîşên dewleta Tirk a dagirker vala derxistin û astengkirina hemleya Xezeba Firatê ya ku li hemberî DAIŞ’ê, tê lidarxistin û DAIŞ`ê ji tinekirinê xelaskirine. Ev êrîş li hemberî hemû destkeftiyên gelê Kurd e, yên ku ti carî dewleta Tirk jê re tehemûlê nade nîşandan û ji ber ku di vê êrîşê de herî zêde hêzên jin hatine hedefkirin, dijmintiya li hemberî jinê û tekoşîna azadiya jinê ye.

Ev êrîşa hovane xwe dispêre hevkariya PDK’ê ya xayîn. Weke tê zanîn PDK’ê bi van hevkariya xwe rêk ji van êrîşan re rewa kir. Di aliyekî din de jî tevî ku hêzên YPG û YPJ’ê di kêleka Koalîsyonê  de di şerê li hemberî DAIŞ’ê de cihên xwe digirin, ji bo parastina rumeta mirovahiyê ereke bêhempa girtin ser xwe. Ev êrîşa Tirkan a ku li hemberî hêzên me pêkhatî ne dervayî agahiya hêzên Koalîsyona Navnetewî ye. Li hemberî van êrîşan bêdengmayîna koalîsyonê vê yekê sererast dike û rewa dibîne. Ji aliyê tevgera tekoşîna azadiya jinê de rewa kirin qet nayê qebûlkirin.

Lewre, li beramberî van êrîşan ji hemû hêzên kurdistanî û gelê Kurd helwestên xwe yên netewî nîşandayîn pêwîst e. Weke Yekîneyên Parastina Jin, em bangawazî li hemû kesên ku ji bo azadiya jinê têdikoşîn dikin ku bibin xwedî helwest û rol li hemberî dijmintiya AKP’ê bi jinê re dike. Banga me ji hemû jinên tekoşîna azadiya jinê dikin re, em  hevbeşiya tekoşîna parastina mafê jin bilindtir bikin û di her qadê de bi rengekî hevgirtî tevbigerin. Di serî de jî em banî hemû jinên Kurd dikin ku li her derê cîhanê li beramberî van êrîşan bertekên xwe bi rengekî rêxistinî nîşan bidin û xwedî li hêza parastina xwe derkevin. Zihniyeta ku hem gelê Kurd û hem jî jina azad hedef digire riswa bikin. Careke din em hemû hevalên xwe yên tevlî kerwanên şehîdan bûne bi bîrtînin û helwesta me wê tekoşîn dijwartir kirin be”.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …