Şehîd Berxwedana Hesekê Roza Botan

Di roja 16’ê Tebaxê hêzên rejîma Sûrî û pêxwasên wê li sûka bajarê Hesekê careke din êrîşê welatiyên sivîl kirin. Êrîşkarên rejîmê ku li hember bersiva Asayişê hêza berxwedanê tunebûn, taxên bajar dan ber silahên giran, top û hawanan – herwiha firokeyên şer ên rejîma Sûrî di nava du rojan de zêdetirî 10 herêmên sivîl bombebaran kirin û di encam de bi dehan kes şehîd û birîndar xistin.

 

Ji ber êrîşên ku li ser gelê Hesekê pêkhatibû Yekîneyên Parastina Gel (YPG) mudaxele kir û li dijî nuqteyên rejîmê çalakî li dar xist. Şervanên Hesekê hin herêmên di bin dagirkeriya rejîmê de rizgar kirine û li gelek taxan pêş ve diçin. Di wan şeran de ku heta vê kêliyê bi dijwarî dewam dikin, rêhevala me Roza Botan li nuqteyên pêş ên pevçûnan de heta dawiyê li hember êrîşên rejîmê li ber xwe da û gihişte şehadetê.

 

 

Weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG), di serî de ji malbata şehîdan, em ji tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Xebat û xwîna şehîdan tucarî vala nebûye, soza tolhildana şehîdan em careke din nû dikin û emê tekoşîn bikin ku layîqê şer û berxwedana hevalên xwe derkevin.

Nasnameya sehidan wiha ye:

Sehid_22_Tebax 2

 

Navê Tevgerî: Roza Botan

Navê Rast: Narîn Tatli

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Silêman

Cihê Ji Dayikbûnê: Hezex

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 20-08-2016

 

 

Navenda Ragihandina YPJ

22\TEBAX\2016

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …