YPJ: Rizgarkirina her jinekî rizgarkirina welatekî ye

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya GIştî ya YPJʹê hemû tekoşerên jin bibîr anî û roja 8ʹê Adarê li hemû jinên Cîhanê û jinên Rojhilata Navîn pîroz kir û soz da ku dê tekoşîna xwe ya ji bo azadiya jinan bidomînin. YPJʹê bi boneya vê rojê her wiha got ku rizgarkirina her jinekî rizgarkirina welatekî ye.

Fermandariya Giştî ya YPJʹê bi boneya 8ʹê Adarê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi beşdarbûna fermdnar û şervanên YPJʹê li navenda YPJʹê ya Serêkaniyê hate xwedin. Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî hate xwendin. Bi zimanê erebî Berdveka Odeya Xezeba Firatê Cîhanê Şêx Ehmed û bi zijmanê kurdî ji aliyê Endama Fermandariya YPJʹê Kilara Reqqa ve hate xwendin.

Daxuyaniya YPJʹê wihaye:

ʺDi 8ê Adara 1857an de 129 jinên kedkar ku tenê doza mafê xwe dikirin, li pêşberî cihanê di nava fabrîka de bi awayekî zindî hatin şewitandin. Heman zîhniyet îro jî li ser kar e û jinên şopdarê van 129 jinên tekoşer jî ji bo tekbirina vê zîhniyetê tekoşînek mezin û bi rûmet didin meşandin.

Em wekî YPJ, 107emîn salvegera Roja Jinên Kedkar ên Cihanê ya 8ê Adarê ji hemû jinên cihanê, jinên Rojhilata Navîn, dayikên şehîdan û hemû tekoşînvanên azadiyê re pîroz dikin.

Di vê 107 salên me li pêy xwe hişt de pêşengên jinên tekoşer wek Roza Lûksemburg, Klara Zetkîn, Zarîfe, Besê, Leyla Qasim, Berîtan, Şîlan, Zîlan û Sarayan û bi sedan jinên ku di pêşengtiya Arîn Mîrkan, Ozgur Efrîn, Jiyan Rojhilat û Destîna Başûr de bi werekiyek mezin, zanistiyek netewî 8ê Adarê nûjen kirin û ala tekoşînvanên azadiya jinê bilind kirin. Em wek YPJ bi mebesta 107emîn salvegera vê rojê de hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tinîn û soza xurtkirin û bilindkirina tekoşîna wan dubare dikin.

Em wek YPJ, di cihan û Rojhilata Navîn de hemû zîhniyet û desthilatdariyên ku jinan dixwaze bike mûlk, wek xenimetê şer dibîne; ne wek nirxek mirovahî lê bele wek amûrekî ku sîsteme xwe li ser bide rûniştandin digre dest wek nêzîkatiyên baviksalarî dibînin û vê jî ji bo xwe wek sedemek tekoşîne digrin dest.

YPJ bi vê ferasetê di nav van 7 salên Şoreşê Rojavayê Kurdîstanê de tekoşînek bê hempa meşandiye, bi tîpên zerîn dîrok nivîsandiye û pêşketinên dîrokî avakiriye. Di milê siyasî de bûye xwedî îrade û perspektîfên zelal, di warê bîrdozî û jiyanî de bûye xwediye perspektîfê netewe demoqratîk û jiyana azad a hevbeş, di warê leşkerî de jî xwe gihandiye terz û teqtiqên nûjen û bi vê awayî bûye hêza tolhildanê hemû cûre desthilatdariye.

Zanebûna ʹrizgarkirina her jinekî rizgarkirina welatekî yeʹ erkê YPJê ya esasî ye. YPJ çawa ku bi hemle Minbicê ve bi hezaran jinên Ereb, Kurd, Sûryanî û Êzidî ji destê dagirkerî û faşîzma DAIŞê rizgar kiriye, salvegera 107emîn a 8ê Adarê jî bi armanca rizgarkirina Reqa û azadkirina jin û zarokan ji bin zilmê DAIŞê pêşvazî dike. Emê vê serkeftinê diyarî şehîdên 8ê Adarê û hemû jinan bikin.

Êdî baş hatiye fêhmkirin ku jinê herî xurrt jina xwe rêxistinkirî û asta xwe parastina avakiriye ye. Tecrûbeyê YPJ ya di van 7 salên ku di Şoreşa Rojavayê Kurdîstanê de girtî û mîrateya dîrokî ya ku xwe dispêre jî dikare bi vê zanebûnê bixê malê hemû jinan.

Bi vê wesîleya 8ʹê Adarê em carek din daxwaza xwe ya tekoşîna azadiya jinan a hevbeş û rêbazên tekoşînê diyar bikin û ji hemû jinan re bang bikin

  1. 1. Wekî tê zanîn di tekoşîn û pêşxistina azadiye jin de Rêber APO xwedî rolek dîrokî û netewî ye. Ev 18 sal in di encama komplokî navnetewî de dîl hatiye girtin û di bin tecrîdekî dij mirovahî û îşkencekî giran de tê girtin. Wekî erkek bingehin, hemû jinan dibe li dijî vê êrişê dengê xwe bilind bikin û helwestên xwe yên demoqratîk raber bikin.
  2. 2. Di vê pevajoya dîrokî de li Rojhilatanavîn jin milê çandî, jiyanî û ewlekarî de bi komkujiyek mezin re rûbirû ye. Lewma pêdivî heye ku li dijî vê komkujiyê tekoşîn bê kirin û xwe bigihînin mekanîzmayek ewlekariyek hevbeş. Di serî de li hemberî DAIŞ û hemû desthilatdariyên ku heye tekoşînek îdeolojîk û parastinê pêşxistin erkê her jinekî ye.
  3. 3. YPJ amadeye ku ezmûna xwe ya ku bi seknê xwe ya berxwedanî û werekiyê ku di şer de pêşxistiyê bi dest xistiye bi hemû jinan re parve bike.
  4. 4. Di hemû şer û pevçûnan de milê koçberi, aborî, parastin û jiyanê de yên ku herî zêde maxdur dibin jin û zarok in. Ji bo ku mafê jin û zarokan bê parastin, dibe hemû jinan tebikoşin û bibin xwedî helwest.
  5. 5. Di rojavayê Kurdîstanê de YPJ ne tenê hêzên parastina jinê Kurd e, hêza hemû parastina jinan e. Di nava YPJ de gellek reng hene ku bi çand û nasname xwe tedikoşîn û gihiştine heta asta şehadete jî. Ev jî dide diyarkirin ku YPJ hêzek parastinê enternasyonalîst e û dibe ev ast hîn zedetir bê xurrt kirin.
  6. 6. Wekî jin destkeftiyên me yên girîng heye. Lê belê xeteriyên mezin jî hîn li ser jinan heye. Ji bo tekbirina xeteriyan û ji bo afirandina netewe demoqratîk bangavaziyan me ji hemû jinan re di nav refên tekoşîn de cihê xwe bigrin. Her jinek dikare gellek destkeftiyan bi dest bixe. Lê belê em hemû bi hev re dikarin desthilatdarî tek bibin, zîhniyetê demoqratîk, çanda ehlaqî û jiyana azad biafrinîn. Li ser vê esasî em carek din 8ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin û dibejin.ʺ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …