YPG’ê  foceke nû ava kir

HESEKÊ – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundê Aliya yê ser bi herêma Serêkaniyê ve avakirina foceke nû ya leşkerî ragihand.SRK-TOGAYA-LESKARI-HATE-RAGIHANDIN (4)

Tevî şervan û fermandarên YPG/YPJ’ê, malbatên şehîdên ên ji herêma Serêkaniyê û navçeya Dirbêsiyê jî li wir hazir bûn.

Ev foc bi navê “Focê Şehîd Egîd Botan” ku ji 200 şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin pêk tê hatiye birêxistinkirin.

Piştî ku şervanan toreneke leşkerî pêşkêş kirin, Fermandara YPG/YPJ’ê Sema Sariya axaftinek kir û got “Em di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibin. Şervanên azadiyê ku soza tolhildana rêhevalên xwe dane, bi rihekî fedayî tedikoşin û tevlî focên leşkerî dibin.”SRK-TOGAYA-LESKARI-HATE-RAGIHANDIN (7)

Sema soz da ku ew ê tola şehîdên xwe hilînin, berxwedaniya li dijî desthilatdariyê bidomînin û gelê xwe biparêzin.

Paşê dayîka şehîd Egîd Botan, Emîne Mehmûd avakirina focê YPG’ê li hemû şervanan pîroz kir û rêhevalên Egîd xwest ku riya şehîdan bişopînin.

Di dawiyê de durişmeyên “Bijî berxwedana YPG, bijî berxwedana YPJ” hatin vegotin û şervanan bi dilxweşiya xwe govend gerandin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …