DÊRAZOR – Şervanên QSD‘ê êrîşa çeteyên DAIŞ‘ê yên li ser gundê Cerse Şerqî şikandin, di encama bersivdayînê de 21 çete hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ‘ê ji duh sehare ve êrîş anîn ser gundê Cerse Şerqî, Şervanên QSD‘ê berisva êrîşan dan û di navbera wan û çeteyên DAIŞ‘ê şerên giran rû dan.
Îro jî şer cih bi cin berdewam kir, şervanan bersiva tund da çeteyan
Di encamê şerê duh de 95 çete hatibûn kuştin, îro jî 21 çete hatin kuştin.
Şervanên Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) du roj berê gundê Cerse Şerqî yê ku 21 km dikeve başurê rojhilate Meyadinê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.