Cenazeyên sê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin

KOBANÊ – Cenazeyên 3 cangoriyên azadiyê ku li cih û demên cuda şehîd bûne, bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicle û gundê El-Qebê hatin oxirkirin.KOBANE-MERASIMA-SEHIDA (5)

Şervanên YPG‘ê Arif Hemê (Arif Kobanê) û Yûsif Enlî (Denîz Şoreşger) 16‘ê kaûnê di encama teqîna mayînekê li Reqayê de şehîd bûn û şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Derwîş (Mihemed Nûr) ê 14‘ê Kanûnê di encama teqînekê de şehîd bû. Bi sedan şêniyên kantona Kobanê ji bo oxirkirna cenazeyan hersê şervanan li pêşiya goristana Şehîd Dicle kom bûn û pêwaziya cenazeyan kirin.

Merasîmê oxirkirinê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Li ser navê YPJ û YPG‘ê Botan Kobanê aixivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û berxwedana QSD‘ê ya di rizgarkirina herêmên Bakurê Sûriyeyê silav kir.

Botan Kobanê di nava axaftinê xwe de bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê û got ku bi berxwedaniya gel dê polîtîkeyên dewleta Tikr bi ser nekevin.

Hevseroka Meclîsa TEV-DEM‘ê ya Kantona Kobanê Eyşê Efendî jî aixî û got “Di nava çend salên dawî de, gelek dayikan zarên xwe winda kirin, lê bi xwîna wan şehîdan serkeftinên mezin hatin bidestxistin.”

Eyşe Efendî soza domandina xeta şehîdan da.

Di berdewma merasîmê de, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Arif Balî got ku ew lê xwedî li şehîdan derkevin û armancên wan pêk bînin.

Nasnameyên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên Arif û Denîz li goristana Şehîd Dicle hatin veşartin. Cenazeyê Mihemed Nûr li ser daxwaza malbata wî ber bi gundê wî El-Qebêyê rojavayê bajar ve hate oxirkirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …