YPGʹê dê termê çeteyên Tirkiyê yên ji Sûriyê radestî malbatên wan bike

EFRÎN – YPG`ê û Hêzên Şoreşger bang li malbatên kuştiyên çeteyên Artêşa Tirk ên şevê din êrîşî  gundê Eyn Deqnê kirin  ku ji bo termê kuştiyan werbigirin bi wan re bikevin têkiliyê.

YPGʹê bi daxuyaniyekê bang li malbatên çeteyên ku şevê din di êrîşa li ser gundê Ên Deqnê de hatin kuştin kir ku ji bo wergirtina termê zarokên xwe bi wan re bikevin nava têkiliyê de.

Daxuyaniya YPGʹê wihaye:

Ji çanda YPG û hêzên Şoreşger a parstina mirovahiyê û di çarçoveya niyeta rast de, her wiha da ku rijanda xwîna gelê Sûriyê raweste, Fermandariya YPGʹê radigîhne ku ew mijara termê çeteyan ên ji Sûriyê naxe nav mijar danûstendin û navbênkariya bi tu aliyan re.

LI ser vî esasî em ji malbatên kuştiyan reca dikin ku bi awayekî yekser bi me re bikevin nava têkiliyê û termê kuştiyên çeteyan ên ji sûriyê werbigirin. ʺ

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …