YPG: Di êrîşa Ên Deqnê de 5 leşkerên Tirk û 25 çete hatin kuştin

YPG`ê bi daxuyaniyekê got ku di êrîşa Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Eyn Deqnê ya girêdayî navçeya Şera ya Efrîn 5 leşkerên Tirk û 25 çeteyên girêdayî wê hatine kuştin, her wiha di nava birîndaran de jî 9 leşkerên Tirk hene.

Navenda Ragîhandina YPGʹê têkildarî êrîşên Artêşa Tirk a dagirker a li ser herêmên Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand û got ku Artêşa Tirk û çeteyên girdayî wê derbeyên giran xwarin.

Daxuyaniya YPGʹê wihaye:

ʺ Êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wî de tevdigerin êrîşên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê didomînin. Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê êrişên xwe yên li ser Efrînê zêde kirin.

Encamên êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî yên 3 rojên dawî wiha ne;

Di dîroka 15.07.2017ʹan saet 20:00ʹan heya saet 23:00ʹyan çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî gundê Basûfanê û bi çekên BKC êrişî eniya Başemrê yên girêdayî Şêrewa kirin. Hêzên me di heman demê de bersiv dan êrişa çeteyan, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahîyên zelal nehatin bidestxistin. Dîsa di heman rojê de çeteyan bi çekên doçka êrişî eniya Girê Barîn yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrîn kirin.

Di dîroka 16.07.2017ʹan saet 05:00ʹan de çeteyan bi obûsan û saet 20:00ʹan de jî bi çekên doçka êrişî Maranezê yê girêdayî Şera kirin. Di heman rojê de saet 08:00ʹan de artêşa Tirk û çeteyên xwe bi topên hawanê êrişî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Her wiha hêzên me saet 10:00ʹan de bi çekên navîn li çeteyên ku dixwestin li eniya Başemrê çeperên nû ava bikin xistin. Di encam de çete hatin rawestandin, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Dîsa di heman rojê de hêzên me li herêma Girê Baz yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê bi çekên BKC bersiv dan êrişên çeteyan. Di heman rojê de saet 16:30an de artêşa Tirk û çeteyên wî bi gulleyên tangê êrişî Başûrê Efrînê kirin. Ji aliyê din ve artêşa Tirk li gundê Koran yê girêdayî Kobanê sivîlan gulebaran kirin û di encam de sivîlek birîndar bû. Sivîlê birîndar ji aliyê hêzên me ve hat dermankirin.

Di dîroka 17.07.2017ʹan saet 09:00ʹan de artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wî de tevdigerin bi panzêran êrişî herêma Eyn Deqnê yê girêdayî navçeya Şera ya Efrîn kirin. Di encam de 2 noqteyên ku di destê hêzên rejîma Suriyê de bûn leşkerekî rejîmê dîl kete destê çeteyan. Her wiha dema ku artêşa Tirk û çeteyên wê dixwestin pêş de werin rastî berxwedana hêzên me hatin û di encam de şerekî dijwar qewimî. Di encam de êrişa artêşa Tirk û çeteyên wî têk çû û hêzên me li herêmê dest bi operasyona paqijiyê kirin.

Her du noqte ji çeteyan hatin paqijkirin û di encam de çeteyek dîl hat girtin, 30 çete hatin kuştin û bi dehan çete jî birîndar bûn. Li gorî ku hatiye tespîtkirin ji çeteyên hatine kuştin 5 jê leşkerê artêşa Tirk in û ji çeteyên ku birîndar bûne jî 9 jê leşkerê artêşa Tirk in. Her wiha termê 9 çeteyan ketin bin kontrola hêzên me. Di şerê hatî jiyankirin de 2 panzêr hatin rûxandin û pîkabeke leşkerî jî ket di bin kontrola hêzên me. Gelek kuştî û birîndarên çeteyan jî di arazî de mane û rexmê hemû hewldanan nikarin kuştî û birîndarên xwe ji herêma şer derxin. Şerê li herêmê bi çekên giran û ferdî berdewam dike. Ji aliyê din ve topbarana artêşa Tirk a li ser Eyn Deqnê, Minnix û Belûniyê yên girêdayî navçeya Şera ya Efrînê bi topên hawan, obûs, katyûşa û bi dronê berdewam dikin. Di tevahiya şer û pevçûnên ku hatine jiyankirin de yek jê giran bi giştî 4 şervanên me bi lehengî li berxwe dan û birîndar bûn.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …