Li Reqqa 32 çete hatin kuştin, şervan ketin taxeke din

REQQA – Di 24 satên derbasbûyî de li hemû eniyên bajarê Reqqa di navbera şervanên QSDʹê û çeteyên DAIŞʹê de şer dewam kir û şervan li başûrê bajar ketin taxeke nû. Di şer de segvan û endizyarê danîna mayînan jî di nav de 32 çete hatin kuştin.

Şervanên QSDʹê pêşveçûna xwe ya li bajarê Reqqa didomînin. Piştî ku şervanan taxa Yermûk rizgarkirin û dest danîn ser pira El-Cedîd ya dinavbera taxa Yermûk û Taxa Nezlet Şihade , şervan derbasî taxa Nezlet Şihada ya li başûrê Reqqa bûn. Di taxa Nezlet Şihada de şerên dijwar rû dan, li vir 5 çete hatin kuştin û hin çete birîndar bûn. Şervanan li vir dest danîn ser Doşka 23 û miqdarek çek  ûcebilxane jî ket destê şervanan.

Li taxa Reqqa ya kevin jî şer didome. Şerê li vir di saetên şevê de pir dijwar bûn, şerê herî dijwar li derdora Mizgefta El-Etîq ya li nivî taxê qewimîn. Di şerê ku îro di saetên sibê de veguherî şerê demkî de 12 çete hatin kuştin, ji van 3 segvan in û yek endizyarê danîna mayînan bû, her wiha yek ji wan xebatên ragîhandinê dida meşandin. Di şerê li vê taxê de termê 7 çeteyan ket destê şervanan. Şervanan li vir panzêrek ruxandin û miqdarek çek û cebilxane desteserkirin.

Li rojavayê bajar jî di taxa El-Berîd û El-Diriye de şerên dijwar derketin. Di şerê li vir de 6 çeteyên DAIŞʹê hatin kuştin. Şervanan dest bi opersyoneke berfireh ji bo paqijkirina taxa Yermûk ku 2 roj berê hate rizgarkirin. Li vê taxê şervanan miqdarek mezin ji çek û cebilxaneyên çeteyan dîtin. Di nava cebilxaneyên çeteyan de çeka Laf ya ayîdî Tirkiyê û fûzayên germahiyê hatin dîtin.

Li taxa Hîşam Bin Ebdulmelek a li başûrê bajar di navbera şervanên QSDʹê ku di nava pêşveçûnê de bûn û çeteyan de şer derket.Di şerê li vir de 9 çete hatin kuştin.

Di şerê li hemû eniyan ku di navbera şervanan û çeteyan de rû dan 2 şervanên QSDʹê şehîd bûn û 3 şervan birîndar bûn.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …