Yekemîn pêşengeha wêneyên Fotogarfîk li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê.

Yekemîn pêşengeha wêneyên Fotogarfîk li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê.

Navenda Şopdarên Rojê îro yekemîn pêşengeha wêneyên Fotogirafîk li bajarê Dêrîkê dest pê dike, pêşengeh dê li gelek bajaran were pêşkêşkirin û ta 6 Mijdarê li bajarê Qamişlo dê dawî bibe.

Di pêşengehê de dê wêneyên ciherengî ku jiyana civaka me temsîl dike û wêneyên şervanên YPG, YPJ, QSD, HPC, û Hêzên Asayîşê werin pêşkêşkirin.

Armanca vekirina pêşengehê ku rastiya civaka bakur û rojhilatê Sûriyê bi tevahî pêkhateyê xwe ve û her wiha jiyana şervanên me û astangiyên ku di şeran û perwerdeyan de dikişînin, bide xuya kirin.

Pêşangeh dê li navendên Çand û Hunerê yê van bajaran were vekirin.

 

Dêrîk 27/9 Dirbêsiyê 14/10
Rêmêlan 29/9 Serê Kaniyê 17/10
Tirbespiyê 01/10 Girê spî 25/10
Amûdê 04/10 Kobanê 28/10
Hesekê 07/10 Minbêc 01/11
Til Temir 11/10 Qamişlo 06/11

Navenda Şopdarên Rojê Pêşengehê diyarî rihê şehîdên Rojava û berxwedana serdemê dike.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …