Piştî Gundê Baxoz Gundê El-Şecle Hate Rizgar Kirin

Piştî Gundê Baxoz Gundê El-Şecle Hate Rizgar Kirin

 

Pêngava Bagera Cizîrê ya dawî bi hemû leza xwe berdeam dike.

Pêngava Bagera Cizîrê bi Pêşengtiya Hêzên YPJ’ê- QSD û YPG’ê gav bi gav pêş de diçe. Yek Bi Yek çeperên çeteyan têne rûxandin û cihên Stratejîk ji destê wan têne rizgar kirin

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk û şervanên YPJ’ê, her roj derbeyên giran li çetayan dixin. Çeteyên Daiş’ê her çend xwe amade kiribin jî lê li hemberî Hêzên Sûriya Demokratîk têk diçin.

Ji roja operesyon hatiye dest pê kirin û heya niha gelek cihên startejîk ji destê çeteyan hatin rizgarkirin û gelek cebilxane jî ketiye destê şervanan. Piştî gundê Baxoz, gundê El-Şecle jî yek ji gundên Stratejîk yê çeteyan bû. Di şerê şevî din û duh de 3 cenazeyên çeteyên Daiş’ê ketine dest û mîqtarekî mezin ê cebilxaneyê kete destê şervanan. Pêşde çûyîna pêngavê bê rawestandin berdewame.

 

 

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …