Li Efrînê çeteyek û leşkerek hatin kuştin

ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê hêzên me li navenda bajarê Efrînê û navçeya Raco li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê çalakiyên bi bandor pêk anîn.

 

1. Di roja 25’ê Îlonê de yekîneyek me li navenda bajarê Efrînê li hember leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sûîkastê pêk anîn. Di encama çalakiyê de leşkerê Tirk yê bi navê Alî Okar hate kuştin.

 

2. Di roja 26’ê Îlonê de yekîneyek me li hember çeteyên koma bi navê Ehrar Şerqiye, li ser rêya gundê Goliya ya navçeya Raco çalakiyek pêk anîn.

Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin û çeka wî hate desteserkirin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG

27 Îlon 2018

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …