Welatiyên Îska: Em ê alîkariya YPG’ê bikin

EFRÎN – Welatiyên gundê Îska yê navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê ya herêma Efrînê têklîdarî êrîşên dawî yên artêşa dagirker a Tirkiyeyê ku di encamê de 2 zarokên gund birîndar bûbûn, diyar kirin ku ew ê alîkariya şervanên YPG/J’ê bikin.EFRIN-SIREWA-NERINE-GEL ‫(1)‬ ‫‬

Çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirkiyeyê ku di keleha Semanê de bi cih bûne duh gundê Îska yê navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê ya herêma Efrînê bi çekên giran topbaran kirin. Di encamê de du zarokên birayên hevûdu yên gund birîndar bûn. Herdu zarokên birîndar ên bi navên Mihemed Umer 10 salî û Hoşan Umer 12 salî niha li nexweşxaneya Avrîn tên dermankirin. Di encama topbaranê de her wiha ziyanên madî jî bi welatiyan bûn.

Li hemberî vê hovîtiya çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirkiyeyê nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) nêrînên gundiyên Îska wergirtin. Welatiya bi navê Cîhan Mihemed topbarana Tirkiyeyê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Em weke welatiyên herêma Efrînê van êrîşên çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirkiyeyê li dijî welatiyên sivîl bi tundî şermezar dikin. Em ti carî dest ji axa xwe bernadin û em ê li dijî van êrîşan heta dawî li ber xwe bidin.”EFRIN-SIREWA-NERINE-GEL ‫(3)‬ ‫‬

Cîhan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku destên li axa herêmê dirêj bibe dê bişkînin.

Girêdayî heman mijarê welatiyê bi navê Mihemed Mîrzo behsa armancên topbarana çeteyan kir û wiha anî ziman: “Armanca dewleta Tirk ew e ku derbasî axa Efrînê bibe û komkujiyan pêk bîne. Lê bi saya şervanên YPG’ê û YPJ’ê yên li eniyên pêşîn ti carî armancên wan pêk nayên.”

Welatiyê bi navê Umer Cemîl di derbarê mijarê de got ku ew weke welatiyên gundê Îska dê hate dawî alîkariya şervanên YPG’ê û YPJ’ê bikin û dê li hemberî êrîşên çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirkiyeyê li ber xwe bidin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …