ʹEm ê her şûnwarekî Reqayê biparêzinʹ

REQA – Şervanê QSD’ê yê bi navê Mûsa El-Helebî ku beşdarî hemleya rizgarkirina Reqayê bûye, diyar kir tevî ku çeteyên DAIŞ’ê li devera Deriyê Bexdayê yê kevnar di bajarê Reqayê de bi cih bûbûn, lê dîsa jî wan bi pilanên xwe yên baldar bêyî ku ziyanê bi şûnwaran bikin rizgar kirine û da zanîn ku ew ê şûnwarên bajar heta dawiyê jî biparêzin.REQQA-DERIYE-BEXDAYE-JI-BO-GIRINE-EME-HER-BIPAREZIN ‫(175571458)‬ ‫‬

Devera Deriyê Bexdayê yek ji deverên kevnar ên bajarê Reqayê ye. Deriyê Bexdayê li taxa El-Mensûra ya rojhlatê bajêre û ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku ev demek e şerê DAIŞ’ê dike ve hatiye parastin.

Tevî ku çeteyên DAIŞ’ê li deverên kevnar û şûnwarên dîrokî xwe bi cih kiribûn da ku xwe ji êrîşên QSD’ê biparêze, lê şervanên QSD’ê bi pilanên xwe yên leşkerî û baldar karibûn bêyî ziyanê bi şûnwaran bikin devera kevnar ji çeteyan rizgar kirin.

Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) serdana devera Deriyê Bexdayê ya kevnar a li taxa El-Mensûra ya navenda bajarê Reqayê kir û dîmenên wê kişandin. Li vir nûçegihan hevdîtinek bi şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yê bi navê Mûsa El-Helebî re ku beşdarî hemleya rizgarkirina Reqayê di bin sîwana QSD’ê de bûye û ji welatiyên bajarê Reqayê ye, pêk anî.REQQA-DERIYE-BEXDAYE-JI-BO-GIRINE-EME-HER-BIPAREZIN ‫(175571457)‬ ‫‬

Di derbasbûna Deriyê Bexdayê de Mûsa behsa çawaniya rizgarkirina wê kir û da zanîn ku wan du rojan bi temamî pilana rizgarkirina vê deverê kirine da ku ziyanê bi şûnwaran nekin û wiha got: “Me dizanî ku çete di hundirê devera kevnar  de bi cih bûne, her wiha di bin deverê de tûnel jî kolandine. Rizgarkirina vê deverê ji bo me gelekî dijwar bû, nemaze da ku ziyanê bi şûnwaran nebe.”

Mûsa di berdewama axaftina xwe de behsa buyerekê kir û rûkeniyekê wiha domand: “Dema em ji rizgarkirina deverê nêzîk bûn, hevalê min ku di çalakiyê de li rex min bû, ji min re digot ‘bê deng be, bila çete guleyan li şûnwaran nedin’ min nikaribû xwe ragirim û tevî metirsiya  rewşê ez keniyam.” Mûsa divê axaftina xwe de behsa baldariya wan li ser şûnwaran dike û ji bo parastina wan canê xwe feda dikin.

Mûsa da zanîn ku çalakiya rizgarkirina vê deverê sê rojan û 7 saetan dom kir û di heman çalakiyê de 22 çete kuştine.

Mûsa destnîşan kir ku çalakiya rizgarkirinê di saetên şevê de dest pê kir û dema roj hildihat hema dixwest berê xwe bide devera Deriyê Bexdayê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bajarê Reqa yê me ye, her bosteke axa Sûriyeyê dê di bin parastina me de be. Heta ku dilopeke xwîn di laşê min de heye ez ê dijî çeteyan li ber xwe bidim.”

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …