Tîmên taybet ên QSD`ê gelek sivîlên din ên Reqayê rizgar kirin

REQA – Tîmên  taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê gelek sivîl ji taxa Nezlit Şehadê ya Reqayê, rizgar kirin.

REQQA-RIZGARKIRNA-SIVILAN-BERDEWAME ‫(134676998)‬ ‫‬

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku di roja 65`an de dewam dike, rizgarkirina sivîlan jî didome. Di vê çarçoveyê de, tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê gelek sivîl ji taxa Nezlit Şehadê ya aliyê başûr ê Reqayê, ji  nava pencên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Dema şervanan sivîl rizgar dikirin, wekî her car sekvanên çeteyên DAIŞ`ê sivîl ji xwe  re kirin armanc. Di encamê de bav û kurê xwe birîndar bûn. Şervanan yekser birîndar rakirin nexweşxaneyê û sivîlên din gihîştin cihê  bi ewle.

Di wêneyên  ku gihîştin ajansa me de, kêfxweşiya  sivîlan bi rizgarkirinê diyar dibe.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …