QSD`ê gurupeke din ji sivîlan rizgar kir

REQA – Tîmên taybet  ên rizgarkirina sivîlan ên girêdayî QSD`ê li taxa Nezlit Şehadê, sivîlên ku ketin kemîna mayînên çeteyên DAIŞ`ê, rizgar kirin.

Rizgarkirina sivîlan ji aliyê  tîmên taybet  ên girêdayî QSD`ê ve li Reqayê dewam dike. Di vê çarçoveyê de, li taxa Nezlit Şehadê ya aliyê başûr ê Reqayê, dema sivîlan xwestin xwe ji çeteyên DAIŞ`ê xelas bikin û xwe bighînin cihên rizgarkirî yên QSD`ê, ketin kemîna mayînên çeteyên DAIŞ`ê li taxê. Di encamê de,  hinek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, lê hejmara wan ne diyar e û  8 sivîl jî birîndar bûn.

Tîmên taybet  ên rizgarkirina sivîlan ên girêdayî QSD`ê yekser bi hawar sivîlan ve çûn û birîndar û cenazyên sivîlan, rizgar kirin. Şervanan sivîlên birîndar yekser rakirin nexweşxanê.

Her wiha di oxira rizgarkirina sivîlan de jî, 2 şervanên tîmên taybet birîndar bûn.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …