QSD`ê kargeha sereke ya çêkirina mayînan li Reqayê teqand

 REQA – Şervanên QSD`ê kargeha sereke ya çêkirina mayînan a çeteyên DAIŞ`ê li navenda bajarê Reqayê, teqand. Her wiha li taxa Hîşam Ebdulmelik  jî 19 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên  ku ji qada şer hatin girtin,  di van kêliyan de şervanên QSD`ê li taxa El-Beyatra ya navenda bajarê Reqayê kargeha sereke ya çêkirina mayînan, teqand. Di encamê de 10 çete hatin kuştin. Li navenda bajar şer didome.

Her wiha li taxa Hîşam Ebdulmelik jî ya aliyê  başûr ê Reqayê, di encama şerê şeva din rû da,  19 çeteyên  DAIŞ`ê hatin kuştin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Agahî Derbarê Êrîşa Terorane A Tirkiyê Ku Fermandar Û Şervanên Me Li Qamişlo Kir Armanc

Di salvegera Komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê de, dewleta Tirk a dagirker şervan û fermandarên …