Taxa Sinaa hat rizgarkirin

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê – REQQA- Şervanên QSD’ê di encama şerê 4 rojan de taxa Sinaa bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê paqij kirin û ketin kolana Biyatre. Ji aliyê rojava ve jî şervan li taxa Dareiyê bi pêşve diçin.

Di çarçeva Hemleya Rizgarkirna Reqqayê de şervanên QSD li rojhilat û rojavayê bajarê Reqqayê bi pêşve diçin.

Şervanên QSD’ê piştî şerê diwar ê 4 rojan li rojhilatê Reqqayê taxa Sinaa rizgar kirin. Li taxê xebata lêgerîn û paqijkirina bermahiyên çeteyan destpê kir.

Piştî ku taxa Sînaa hat rizgarkirin şervan ketin kolana El-Biyatre û di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ`ê şer derket.

Li rojavayê bajar jî şer dijwar e. Çeteyên DAIŞ ji 3 noqteyan ve êrîşî taxa Sebahiyê ya rizgarbûyî kirin. Li taxê şer didome. Tê gotin ku heta niha yek jê şerçete herî kêm 9 çete hatine kuştin û 12 çete birîndar bûne.

Her wiha şervan duh ji aliyê rojavayê Reqqayê ve ketibûn taxa Dareiyê. Berîd rizgar kirin û di

nava şerê dijwar de niha bi pêşve diçin.

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …