Sara soza destekdayîna jinên koçber da

NARÎN EMÎN

EFRÎN – Endama rêveberiya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, Samiya Ehmed got ku rewşa jinên koçber ên ku li kampên Robar û Şahbayê bi cih dibin xerabe û soz da ku ew ê bi derfetên heyî bi wan re bibin alîkar.

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê di 29′ê Gulanê serdana jinên koçber ên kampên Robar û Şahbayê kir, piştre jî madeyên alîkariyê pêşkêşî wan kirin.

Derbarê mijarê de, Endama rêveberiya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê Samiya Ehmed rewşa jinên koçber nirxand û wiha got: ″Me hewl da ku em bi hemû derfetên xwe bi jinên koçber re bibin alîkar, lê hemû pêdiviyên wan nayên bi cihanîn. Banga me jî rêxistinên mirovên yên derve re heye ku destek bidin wan.″

Samiye da zanîn ku li ser rûyê zarok û jinên koçber şopên xemgîniyê hatine xêzkirin û wiha domand: ″Dema çavên jinan bi me ketin, kêfxweş bûn û hêvî kirin ku pêdiviyên wan pêk werin.″

Samiye her wiha diyar kir ku ew ê di demên pêş de çalakiyan li dar bixin, da dilê koçberan xweş bikin û projeyên aborî li dar bixin, da derfetên kar ji bo jinê werin peydakirin.

Samiya bang li rêxitinên navneteweyî yên jinê kir ku destek  bidin zarok û jinên koçber û soz da ku ew ê bi derfetên heyî, alîkariya wan bikin.

ÇAVKANÎ:HAWAR

Check Also

′Tirkiyê li hember zagonên navneteweyî ne rêzdare′

CEFER CEFO EFRÎN – Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê Mihemed Cemîl êrîşên artêşa …