Navendeke çêkirina madeyên teqemeniyê hat dîtin

 

 BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê –  REQQA – Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqqayê yek ji mezintirîn navenda çeteyên DAIŞ′ê ya çêkirina madeyên teqemeniyê û bombekirina erebeyan, dîtin.REQA-NAVENDEKE-ESASI-YACETEYA ‫(1)‬

Bajarê Reqqayê li Sûriyê bûye wargeha terorê  û ji wir bi riya çeteyên xwekuj û erebeyên bombebarkirî, êrîş li dijî Rojava, Sûriyê û welatên ên cîhanê pêk dihatin. Piştî ku bajarokê Mensûra ya dikeve rojavayê Reqqayê ji çeteyan hat paqijkirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi alîkariya şêniyên bajarokê, navenda çeteyan a çêkirina madeyên teqemeniyê û bombekirina erebeyan dîtin. Çeteyan ji dûraniya 500 metre destûr nedidan ku welatî nêzî navendê bibin.REQA-NAVENDEKE-ESASI-YACETEYA ‫(153158145)‬ ‫‬

Çeteyan kargehên plastîk, mîxan û rîs veguherandin navendên çêkirina madeyên teqemeniyê û bombekirina erebeyan  û welatiyên herêmê ditirsandin. Çeteyan bi riya hêzên leşkerî navend nediparastin, da bala welatiyan nekişîne.

Welatiyên ji herêmê ku ji ber rewşa ewlekariyê nasnameyên xwe diyar nekirin, diyar kirin ku piraniya kesayetên ku dihatin vê navendê, ji welatên derve bûn.

Her wiha welatiyan gotin ku dengê teqemeniyan ji navendê dihat û welatî ditirsiyan.

 

REQA-NAVENDEKE-ESASI-YACETEYA ‫(153158146)‬ ‫‬ REQA-NAVENDEKE-ESASI-YACETEYA ‫(153158147)‬ ‫‬ REQA-NAVENDEKE-ESASI-YACETEYA ‫(153158148)‬ ‫‬ REQA-NAVENDEKE-ESASI-YACETEYA ‫(153158149)‬ ‫‬

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …