Taxa Nehda hat rizgarkirin, 23 çete hatin kuştin

REQA- Şervanên QSD’ê taxa Nehda ya Reqayê rizgarkirin, 23 çete hatin kuştin.

Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqayê ya di 6′ hizêranê de destpêkir, berdewam dike. Şevê din heta vê sibê li derdora nexweşxaneya watanî, çerxerêya Neîm, stada Fûtbolê û taxa Nehda yê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerên giran rû dan. Di şerên li van deveran de şervanan derbên giran li çeteyan xistin. Di encama van şeran de 23 çete hatin kuştin û taxa Nehda bi temamî hat rizgar kirin.

Di şer de 3 şervanên QSD’ê piştî berxwedaneke mezin şehîd bûn.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …