Sîpan Hemo: Emê nehêlin Tirkiyê gavekê nêzî Efrînê bibe

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo dewleta Tirk hişyar kir û diyar kir ku ew nikarin gavekî jî nêzî Efrînê bibin û wiha got: ” Heger nêz bibin wê YPG, YPJ, Ceyş El Siwar û Kurd wê derseke dîrokî bidin we!”

Operasyona dagirkeriya dewleta Tirk li Idlibê, ev çend roj in di rojeva cîhanê de ye. Di vê operqasyona dagirkeriyê de dewra Rûsya, hevkaryiya Tirkiye û El-Qaîdeyê çi qasî derketibin pêş jî ya herî zêde derket pêş ew e ku Tirkiye bi vê dagikeriyê dixwaze dorê li Efrînê bigire û armanca wê festisandina destketiyên gelê kurd e. Fermandarê Giştî yê YPG´ê Sîpan Hemo têkildarî mijarê ji ANF’ê.re axivî û got, heger Tirkiye êrîşê bibe ser Efrîn û Şehbayê, ew ê derseke dîrokî bidinê.

Di hevpeyvînê de Sîpan Hemo bi bîr xist ku Idlib veguheriya hêlîna wan koman ku girêdayî hêzên derve dixebitin ku aramcan wan rûxandina rejîma Sûriyê ye, ji ber vê jî Idlib di heman demê de weke kulmozeke servîsên îstîxbaratê ên welatên mîna Tirkiye, Qeter, Erebistana Siûdî, û elaqeya hêzên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Rûsyayê jî li deverê heye.

Sîpan Hemo her wiha îşaret pê kir ku komên çeteyên li deverên din ên Sûriyê piştî peymanên bi rejîmê re hemû li Idlibê hatine bicihkirin û ji ber van sedeman hemûyan her kesek xwedî hesabekî ye li ser Idlibê. Ji bo planên Tirkiyeyê Hemo dibêje, “Tirkiyeya ku li her devera Rojhilata Navîn wenda kir, nekarî xeyalên xwe yên avakirina împeretoriyeke nû ya Osmanî bi ser bixe. Siyaseta wê li Misir, Tûnis, Lîbyayê ji hev de ket. Herçî Yemen e, nekarî bibe xwedî ti rol jî. Çi plan danî ber xwe, bi ser nexist û gav bi gav têk çû. Ji ber vê yekê tevahiya derfetên xwe seferber dike û hewl dide hebûna xwe li ser Idlibê biselmîne.”

Fermandarê Giştî yê YPG´ê Sîpan Hemo got, siyaset û planên Rojhilata Navîn ên Tirkiyeyê hemû piştî ku şikestin, bi demê re veguherîn yek armanc û projeyê: “Şerê li dijî Kurdan, ji holê rakirina destketiyên Kurdan û pêşîgirtina li destketiyên nû. Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk siyaseta xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kir û li ser vî esasî bi rêbazên cihê bazar kirin.”

Sîpan Hemo dibêje hevdîtinên li Astana bi peymaneke wiha bi encam bûne: “Tirkiyeyê wê destek bidaya komên xwe yên çete. Rûsyayê jî wê destek bidaya hêzên rejîmê û komên ser bi Îranê ve. Wan li hev kiribû ku ji başûr û rojhilatê Idlibê operasyonê bidin destpêkirin. Tirkiyeyê jî wê ji rojava ve bi wan re hemdem dest bi êrîşê bikira. Bi vî rengî dixwestin bi navê herêma ewle, herêmeke bê şer ava bikin. Plan li gorî vê hatibûn danîn û wê bihatana bicihanîn.”

Sîpan Hemo wekî din got, Tirkiyeyê ji bo ku zorê li Rûsya û rejîmê bike bi komên xwe yên çete, li Heleb û Hamayê li dijî baregehên eskerî yên rejîmê êrîş dane destpêkirin û rejîma ku di warê eskerî de jê nedihat xwe biparêze û pê re jî Rûsyayê bi panîk xwe avêtine Tirkiyeyê ji bo vê lihevkirina li Idlibê. Sedema panîka Rûsya û rejîmê Fermandarê Giştî yê YPG´ê wiha rave dike: “Dema ku ev li Dêra Zorê bi pêş diketin, êrîşek li dijî Hamayê dest pê kir, vê operasyona li dijî Dêra Zorê qels bû û heta hat ber rawestanê. Heger êrîşa li dijî Hamayê dewam bikira, muhtemel bû ku hêzên operasyona Dêra Zorê yên ku Rûsya li pişt wan bi tevahî vekişiyana jî, lewma Hama ji bo wan stratejîktir e.”

Li gorî Sîpan Hemo di berdêla ku êrîşan bide sekinandin, Rûsyayê tişta ku Tirkiyeyê xwest dayê, lê di gava pêşî de jî eşkere bû ku Tirkiye naxwaze li dijî El-Nusrayê şer bike: “Tirkiye             ya ku diviyabû sînorê Idlibê bigire, û bi El-Nusrayê re şer bike, bi El-Nusra re tifaq kir. Ji El-Nusra re gotin, meseleya me bi te re nîne, lê deverên li Başûrê Efrîênê ên di destê xwe de dewrî me bike. Tu vê bikî em ê şerê te nekin. El-Nusrayê jî ev qebûl kir.”

Sîpan Hemo li ser fikarên Kurdan jî dibêje, “Helbet gelê Kurd jî wê bibe xwedî helwêst û destwerdaneke li dijî van planan. ji niha ve em dikarin bibêjin ku ev planên wan wê bi ser nekevin.”

Fermandarê Giştî yê YPG´ê Sîpan Hemo li dijî vê êrîşkariya Tirkiyeyê jî dibêje, “Ez vê eşkere bibêjim, dewleta Tirk, çeteyên wê û dewletên destekê didin wan û tevahiya derfetên xwe wê di aramancên ku ji bo Efrên û Şehbayê danîne ber xwe de bi ser nekeve. Ew nikare bohstekê jî nikare xwe nêzîkî Efrînê bike. YPG, YPJ, Ceyş el-Siwar û gelê Kurd li Efrîn û Şehbayê wê derseke dîrokî bidin dewleta Tirk. Me beriya niha jî got, heger dewleta Tirk êrîşê bibe ser van deveran şikestina dewleta Tirk wê bi van deveran sînordar nemîne; dewleta Tirk li her devera dijminatiya Kurdan dike wê bişike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …