DAIŞ’ê gelê Dêrazorê di komkujiyekê re derbas kir

DÊRAZORÊ – Çeteyên DAIŞ’ê erebeyeke bombebarkirî di nava sivîlên Dêrazorê de teqandin, di encamê de gelek kuştî û birîndarên sivîl hene.

Îro  di saet 18:30’an de çeteyên DAIŞ’ê li ser riya Xurafî ya dikeve navbera Dêrazorê û Hesekê de  erebeyeke bombebarkirî di nava hejmareke mezin a sivîlên Dêrazorê de teqandin.

Hat ragihandin ku di vê teqînê de sivîlên ku ji herêmên rojhilatê çemê Firatê yên di bin serweriya rêjîma Baas direvin û li herêmên bi ewle yên ji aliyê QSD’ê ve hatine rizgarkirin bi cih dibin, hatin hedefgirtin.

Di encama teqînê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, gelek jî bîrindar bûn. Piştî ku ev komkujî pêk hat, şervanên QSD’ê û Hêzên Asayîşê xwe gihandin cihê bûyerê, cenaze û birîndar  rakirin naxweşxaneyên bajarê Hesekê.

Dê sibe derbarê bûyerê de agahiyên berfireh bêne dayîn.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …