Sîpan Hemo: Em amade ne hêzekê bişînin Siwêdayê

Fermandarê giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo got ku ew amade ne hêzeke xwe bişînin Siwêdayê da ku bajêr ji terorê rizgar bike. Hemo destnîşan kir ku çalakiyên wan ên leşkerî li Efrînê jî li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê berdewam in û ev çalakî bi demê re zêdetir bibin.

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo girêdayî êrîşên li dijî welatiyên Siwêda ji rojnameya Şerq El-Ewsat re axivî û êrîş wek “êrîşeke hovane” bi nav kir û wiha got: “Êşa welatiyên me yên dirûz heman êşa welatiyên me li Kobanê û Efrînê ye ku niha Efrîn di bin dagirkeriya Tirkiye û komên çete yên girêdayî wê de ye.”

Hemo di axaftina xwe de got ku ew amade ne alîkarî bi welatiyên Siwêda re ji aliyên peywendîdar re pêşkêş bikin  û wiha domand: “YPG’ê îspat kir ku di şerê li dijî rêxistina DAIŞ’ê û terorîstan de serkeftî ye. Şervanên YPG’ê di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de yek ji sêyan ji giştî rûpîvana welat ji DAIŞ’ê rizgar kiriye.”

Girêdayî rewşa li Efrînê Hemo aşkera kir ku çalakiyên YPG’ê yên leşkerî li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê li Efrînê berdewam dikin û got ku ev çalakî dê bi demê re jî bêne zêdekirin.

Çeteyên DAIŞ’ê di 25’ê Tîrmeha borî de êrîşeke hovane bi ser welatiyên Siwêdayê de bir û di encamê de bêtirî 250 welatiyên sivîl şehîd bûn û çeteyan nêzî 35 kes revandin ku piraniya wan jin û zarok in.

Bi armanca serbestberdana rehîneyan ku çeteyan ji Siwêdayê revandine, di navbera rûspiyên Siwêdayê û çeteyên DAIŞ’ê de danûstandin pêk hatin, lê ji ber ku rûspiyên Siwêdayê daxwazên DAIŞ’ê red kirin, ev dansûtandin têk çûn

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …