Çeteyên Tirkiyeyê talana xwe li Efrînê didomînin

Komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi ser mala welatiyê bi navê Mehmûd Osîko ve çûn û piştî îşkence li xwediyê malê kirin giştî mal û milkên welatî talan kirin.

Komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hovîtî û destdirêjiya xwe li dijî welatiyên Efrînê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de çavkaniyên ji bajarê Efrînê ragihandin ku komên çete di nîvê şevê de bi ser mala welatiyê bi navê Mehmûd Osîko ya li bajarê Efrînê ve çûn û piştî ku îşkence li xwediyê malê kirin, giştî mal û milkên welatî talan kirin.

Çavkaniyan diyar kirin ku Osîko hewl dan li ber xwe bide û rê li pêşiya talanê bigire û di encamê de çeteyekî bi kêrê li wî da û piştî hate birîndarkirin, çeteyan mal talan kirin.

Hêjayî gotinê ye buyerên destdirêjiyê û talanê li herêma Efrînê ji aliyê komên çete yên girêdayî artêşa Tirkiyeyê ve rojane dubare dibin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …