QSD: Em amade ne girtiyên DAIŞ‘ê bi sivîlên Suwedayê veguhêzin

Fermandariya Gitşî ya QSD‘ê diyar kir ku ew amade ne çeteyên DAIŞ‘ê yên li gel hêzên wan bi sivîlên Suweydayê yên ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatine revandin  veguhêzin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyanî da û diyar kir ku ew amade ne girtiyên DAIŞ‘ê yên li gel hêzên wan bi sivîlên Suweydayê yên ji aliyê DAIŞ‘ê ve hatin revandin veguhêzin.

Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSD‘ê wiha hate gotin:

“25‘ê Tîrmehê, rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê êrîşî bajarê Suweyda yê Sûriyeyê kir. Sivîlên Dirûz hedef girtin. Paşê jî komkujiyeke hovene kirin û bi dehan sivîl ku piraniya wan jin û zarok in, revandin.

Em wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji baweriya me bi yekîtiya hemû gelê Sûriyeyê, em ji gelê xwe yên li Suweydayê re û malbatên kesên hatine revandin diyar kirin ku em amade ne girtiyên DAIŞ‘ê re yên li gel hêzên me, bi sivîlên Suweydayê yên ji aliyê DAIŞ‘ê ve hatin revandina veguhêzin, da ku kesên revandî li malbatên xwe vegerin.”

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …