Şervanên YPJ: Em ê hemû jinan rizgar bikin:

REQQA –  Şervanên YPJ`ê peyam dan hemû jinên Reqayê û gotin: ʺNetirsin, hêza YPJʹê dê hemû jinan ji çeteyên DAIŞʹê rizagar bik.ʺ

Şervanên YPJʹê  bi xurtî cihê xwe di nava hemleya rizgarkirina bajarê Reqa de digirin. Şervanên jin ên YPJʹê di eniyên herî pêş de şerê çeteyên DAIŞʹê dikin.

Şervanên YPJ`ê yên li taxên Diriyê û Romaniyê di çeperên şer de cih digirin rola jinan a dişerê li dijî çeteyan de anîn ziman.

Şervana YPJ`ê Fîdan Gerzan têkildarî mijarê got ku Jin di hemleyê de roleke xwe ya serke digre û ev tişt anî ziman: ʺJin di hemû aliyan de pêşengtiyiê dike û bi qehremanî li dijî çeteyan şer dike.ʺ

BUHAR-BERIVAN

Şervana YPJʹê Buhar Bêrîvan jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: ʺEm li beramberî çeteyan bi hemû hêza xwe tekoşînê dikin, Het ku em pêş ve diçin, çete direvin. Jin di hemû eniyan de pêşenge û derbeyên mezin li çetayan dixin. YPJʹê hêza jinan ji hemû cîhanê re isbat kiriye. Em ê hemû jinan ji çeteyên DAIŞʹê rizgar bikin.ʺ

RUKEN-NUDA

Şervana YPJʹê Rûken Nûda got ku ew gav bi gav di pêşevçûnên de ne û wiha dom kir: ʺem pêş ve diçin, çete xwe li ber berxwedana me nagirin û direvin. Bi erebeyên bombebarkirî êrîşî çeperên me dikin. Ev yek nîşana wê yekêye ku çete li beranberî berxwedana me têk diçin û êdî di qadên şer de nikarin li ber xwe bidin. Çawa me Kobanê, Minbic û herêmên din ji çeteyên DAIŞʹê rizgar kirin, em ê Reqayê rizgar bikin û li vir jî dawî li çeteyan bînin.ʺ

Şervana YPJʹê Rûken Nûda di dawiya axaftina xwe de jî got ku bi şerê şervanên YPJʹê ku bi mural û tilîliyan pêk tê, çşete têk diçin û ev tişt anî ziman: ʺEm çeteyan têk dibin, lewma em ji jinên Reqayê re dibêjin ku bela netirsin, em şervanên YPJʹê em hemû jinan ji çeteyan rizgar bikin.ʺ

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …