Êzidiyên Tebqayê vegeriyan warê xwe

TEBQA- Bajarê Tebqa tê avakirin û yekemîn malbata Êzidî ya ku neçarî koçberiyê bibû, vegeriya warê xwe.

Tebqa bajarekî bi pêkhateyên xwe dewlemend bû. Ev muzayîka wê bi navê `Sûriya biçûk` û `Firata qeşeng` dihat naskirin. Di aliyê civakî de dewlemend bû. Di hembeza Tebqayê de xiristiyan, şîyî, elewî, ismaîlî, êzidî, ereb, tirkmen, kurd û çerkez bi hev re jiyan dikirin. Çeteyên  girêdayî Artêşa Azad, çeteyên Cebhet El-Nusra û herî dawî jî DAIŞ ev muzayîka bajarê Tebqayê ji hevdû belav kirin.

Piştî ku Tebqayê 10`ê gulanê ji aliyê şervanên QSD`ê ve hat rizgarkirin û Meclîsa Sivîl a Tebqayê destbi xebatên avakirin û rêxistinkirine kir, êdî pêkhateyên Tebqayê vedigerin warên xwe.

Di vê çarçevê de welatiyê Êzidî yê bi navê (Y.E.) û keça xwe vegeriyan warê xwe, bajarê Tebqayê. (Y.E.) yê ku nexwest navê xwe eşkere bike û keça xwe sala 2012`an dema ku çeteyên girêdayî Artêşa Azad bajarê Tebqayê dagirkirin, ew neçar man ku dev ji bajarê xwe berdin û berê xwe bidin koçberiyê.

Niha jî malbata Êzidî dê bi ruhekî ewle û aram li ser xaka xwe bijîn.

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …