Di sê mehan de 200 hezar welatiyên Tebqayê vegeriyan warên xwe

TEBQA – Di sê mehan de, 200 hezar welatiyên bajar û gundewarên Tebqayê vegeriyan warên xwe.

Bi rizgarkirina bajarê Tebqayê di 10`ê Gulanê ji aliyê QSD`ê de ve, tevgera vegera welatiyên Tebqayê, dest pê kir. Piştî rizgarkirinê, di mehekê de 50 hezar welatî vegeriyan bajar û gundewarên Tebqayê.

Piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqa û QSD`ê parastina Tebqayê xurt kirin û ji bo rêxistinkirina gelê Tebqayê meclîs hatin avakirin û xebatên xizmetguzarî hatin meşandin, li gorî Buroya Karûbarên Rêxistinan a Meclîsa Sivîl a Tebqayê, di sê mehan de 200 hezar welatiyên  bajar û gundewarên Tebqayê, vegeriyan warên xwe.

Di destpêka Gulana îsal de ku hîna çeteyên DAIŞ`ê beşek ji bajarê Tebqayê hîna dagir kiribû, hejmara welatiyan kêmî 15 hezarî bû.

Gelek welatiyên Tebqayê di navbera sala 2014 heta 10`ê Gulana 2017`an, ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê ku jiyana wan kiribûn dojeh û  zarok bi darê zorê tevlî xwe dikirin, neçar dibûn ku xwe bispêrin herêmên Rojava û Bakûrê Sûriyê û hinek ji wan jî berê xwe didan dewletên derve.

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …