Şervanên QSD’ê welatiyek birindar  xilas kirin

DÊRAZOR – Welatiyek di temenê 45 salî dema xwest xwe ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin, rastî hewanên çeteyên DAIŞ’ê hat ûbirîndar bû. Welatî ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate rizgar kirin û Heyva Sor a Kurd jî ew derman kirin.

Pêngava Bagera Cizîrê ku di roja 9ʹê îlonê dest pê kir bi hemû hêza xwe didome. Şervanên QSD’ê ne tenê gund û mezreha ji çeteyan rizgar dikin, li aliyek gelê sivîl rizgar dikin dibin cihên ewle, aliyek din jî şervan kesên birîndar xilas dikin.

Welatiyê ji Dêrazorê yê temenê wê 45 saliye û ji ber rewşa ewlekariyê nexwest navê eşkere bike, dema ji gundê rojhilatê çemê Firatê xwest ji çeteyan xwe xilas bike, rastî bombebarana hewanên DAIŞ’ê hatin û encamên de birîdar bû. Şervanên QSD’ê jî ji bo wî welatî xilas bikin bi fedekarî pêş de çûn û zilamê 45 xilas kirin. Şervanan piştî welatiyê birîndar ji cihê xeternak xilas kir û anîn nêzî gundê Salih El-Hawwaş. LI vir jî xebatkarên Heyva Sor a Kurd welatiyê birîndar derman kirin û bi embulansa xwe ew  rakirin nexweşxana Şedadê.

Niha rewşa wî welatî başe û li nexweşxanê tê derman kirin.

Şeva 18ʹê îlonê de şervanên YPGʹê ya di bin banê QSDʹê li nêzî şîrketa ceyranê ya rojhilatê Dêrazorê ji bo zarokekî koçber ê  (14) rizgar bike bi umbulansa xwe ya taybet berê xwe pêş ve çûn. Di rê de mayînek çeteyên DAIŞʹê bi embulansa şervanan ve teqiya. Di encamê de 2 şervan şehîd bûn û yek birîndar bû.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …