Bagera Cizîrê dest bi rizgarkirina herêma Siwer kir

DÊRZOR- Fermandarê Meclîsa Leşkerî ay Dêrzorê Ehemed Ebû Xewla got ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrzirê û QSDʹê ber bi herêma Siwer a nêzî sînorê Îraqê ve pêş ve diçin da ku wê herêmê ji çeteyên DAIŞʹê rizgar bikin.

Meclîsa Leşkerî ya Dêrzorê ya di bin banê QSDʹê de bi hemleya Bagera Cizîrê kirin û di nava çend rojan de gelek pêşketin bidest xistin. Ermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrzorê Ehemed Ebû Xewla derbarê hemeleyê de ji ajansa me re axivî û got ku wan dest bi rizgarkirina herêma sînorê bi Îraqê re ku herêmeke stratejîke kirine.

Ebû Xewla di berdewama axaftina xwe de jî diyar kir ku hêzên QSDʹê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrizorê çend saet berê dest bi hemeleya rizgarkirina herêma Siwer a Dêrizorê kirine û wiha dom kir: ʺHerêma Siwer nêzî sînorê Îraqyê. Derdora 50 kîlometreyan dûrî bajarê Dêrzroê ye. Di wê herêmê de gelek gundên ku hîn di bin dagirkiriya çeteyên DAIŞʹê de ne hene.ʺ

Ebû Xewla di berdewama axaftina xwe de jî got ku aramnca wan a rizgarkirina vê herêmê ew e ku DAIŞʹê ji herêmeke berfireh a Dêrzorê û tiştê ji xaka Cizîrê maye rizgar bikin.

Ebû Xewla derbarê girîngiya vê herêmê de jî ev tişt anî ziman: ʺHerêma Siwer li ser sînorê Îraq û Sûriyê ye, her wiha dikeve navbera Herêma Cizîrê û Herêma Dêrizorê. Armanca me di nava nava çend rojan de em wê herêmê rizgar bikin.ʺ

https://www.youtube.com/watch?v=iJKJhGOvupU

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrzorê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di wê herêmê de hejmarek zêde ya sivîlan heye û wiha got: ʺSivîlên wê herêmê ev çend salin di bin zulma komên çete yên DAIŞʹê de ne. Meclîsa Leşkerî ya Dêrzorê dê ji bo vekirina kerîdorke bi ewle ji bo derxistina wan sivîlan ji herêmê tevdigerin. Pîlana me ya li rojavayê Firatê heye û em ê li gorî pîlana xwe û pêkanîna wê tevbigerin.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …