Cenazeyên 4 şehîdên Bagera Cizîrê hatin definkirin

HESEKE- Şêniyên bajarê Heseke cenazeyên 4 şervanên YPG`ê yên di Pêngava ʺBagera Cizîrêʺ de şehîd bûn, spartin axê.

HSK- MERASIM-4 SEHIDN ‫(255328772)‬ ‫‬

Bi sedan şêniyên bajarê Heseke cenazeya şervanên YPG`ê Rukan Xelîf (Rûkan Heseke), Xês Ebûd (Zana Heseke), Mihemed Diyar (Mihdî Heseke) û Mahir Bêlo (Mahir Heseke) ji Saziya Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî heybet berbi goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ve derketin rê.

Li riya ketina goristanê karwan ji aliyê şêniyan ve hat pêşwazî kirin. Li vir girseya gel û şervanan cenazeyên şervanan li ser milên xwe kirin û heta goristanê meşiyan. Li goristanê merasîm hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtina leşkerî ya şervanên YPJ/YPG`ê destpê kir. Paşê endama Saziya Malbatên Şehîdan Sebah Mûsa, Fermandarê YPG`ê Zekî Kobanê û endamê Meclîsa Biratiya Gelan Ezîz Hemîd di merasîmê de axivîn.HSK- MERASIM-4 SEHIDN ‫(255328770)‬ ‫‬

Axavtivanan sersaxî ji malbata her 4 têkoşeran re xwest û gotin heyanî em Sûriyeke federal û demokratîk avabikin û azadiya tevahiya civakê pêk bînin dê tekoşîna xwe bidomînin.

Di berdewama merasîmê de nasnameya her 4 têkoşeran ji aliyê rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Ilham Bekir ve hat xwendin û radestî malbata wan hat kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel bi dirûşmeya `Şehîd Namirin` û bi tilîliyên dayîkan re her 4 şehîd spartin axê.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …