REQA – Şêniyên gundê El-Cezre yê girêdayî Reqayê vedigerin gundê xwe û gotin şervanên QSD`ê me diparêzin û em bi aram dijîn.
Gundê El-Cezre dikeve rojavayê bajarê Reqayê. Tenê di navbera gundê El-Cezre û bajarê Reqayê mesafeta 1 km heye. 9`ê meha hezîrana îsal gundê El-Cezre ji çeteyên DAIŞ`ê hat rizgarkirin.
Bi rizgarkirina gund re şêniyên wê lê vegeriyan û niha bi aram li gundê xwe dijîn. Şervanên têne gund zarok li wan komdibin. Jin û mêrên gund jî li ber mal û dikanên xwe dirûnin û herkes karê xwe dike.
Çend welatiyên gund ji ajansa me re axivîn û gotin ew rehet dijîn.
`Em niha bi aram dijîn`
Welatiyê bi navê Yûnis Hemze (60) got ku ew 4 meh ji gundê xwe dûrketibû û piştî gundê wan ji aliyê şervanên QSD`ê ve hat rizgarkirin ew vegeriya. Hemza di berdewamiya gotinên xwe de got gundê me bi bajarê Reqayê ve ye û tenê 1 km ji Reqayê dûre, dengê şer jî tê me lê bele em rehet dijîn ji ber em dizanin şervanên QSD`ê me diparêzin.
Her wiha welatiyê bi navê Ebûd Taimê ku dikana xwe vekiriye û dixebitê anî ziman ku gundê wan di şer de zêde ziyan nedîtiye û piştî ew vegeriyan şêniyên gund zû ketin nava liv û tevgerê û niha ew bi aram dixebitin.
Dr. Yûsiv Mûsa jî yek ji welatiyên gunde û ji bo rewşa gundê xwe wiha got:ʺ Ji ber DAIŞ xewnên şevan li me mehrûm bibûn. Niha zarok, jin û mêrên gund mîna ku nû ji girtîgehê azad bûne, şah û bextewer li kolanan digerinʺ.

