Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê, nasnameya 8 şervanên xwe yên di navbera 10-15’ê Îlonê de li Reqa û Hesekê şehîd bûn, eşkere kir.
Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hate weşandin de hat bibîrxistin, ku şerê giran ê li Reqayê 100 roj li pey xwe hiştiye û piraniya bajêr di bin serweriya şervanan de ye.
Navendê diyar kir, heta niha bi deh hezaran sivîlên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve weke mertalên zindî dihatin bikaranîn, ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatine rizgarkirin û li herêmên ewle hatine bicihkirin.
Navendê ragihand, li taxên ku hê jî çete lê ne şerekî giran dewam dike û bajar roj bi roj nêzîkî rizgariyê dibe.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin:”Li Reqayê di şerê dawî de heft hevrêyên me yên ji pêkhateyên Kurd û Eerb ên bi lehengî şer kirin, gihîştin şehadetê.
Hevrêyê em Loren Hesekê (Macid El-Ekle) di 15’ê Îlonê de ji ber nexweşiyê li Hesekê jiyana xwe ji dest daye û tevlî şehîdên nemir bû.”
YPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê re xwest û destnîşan kir, ku ji bo bicihanîna armancên şehîdan ew ê timî li ser şopa wan bin
#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya 8 şehîdan wiha ye:
Nasnav: Bilal Silûk
Nav û Paşnav: Mihemed Elmidhî
Navê Dayikê: Inûd
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Silûk
Cih û Dîroka Şehadetê: 13-09-2017 Reqa
Nasnav: Ciger Kobanê
Nav û Paşnav: Mihemmed Mihemmed
Navê Dayikê: Zehra
Navê Bav: Hisên
Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê, Gundê Mişêrfê
Cih û Dîroka Şehadetê: 12-09-2017 Reqa
Nasnav: Ebû Emar
Nav û Paşnav: Samir El-Medfe
Navê Dayikê: Hûriye
Navê Bav: Muhyî
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê El-Kesra
Cih û Dîroka Şehadetê: 10-09-2017 Reqa
Nasnav: Ebû Miyesîr
Nav û Paşnav: Mihemed Mihemed
Navê Dayikê: Wehîde
Navê Bav: Cûma
Cihê Ji Dayikbûnê: Girê Spî
Cih û Dîroka Şehadetê: 14-09-2017 Reqa
Nasnav: Heqî Mebrûka
Nav û Paşnav: Ehmed Hecî Hemûd
Navê Dayikê: Eweş
Navê Bav: Ebûd
Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrazorê
Cih û Dîroka Şehadetê: 13-09-2017 Reqa
Nasnav: Lorens Hesekê
Nav û Paşnav: Macid El-Ekle
Navê Dayikê: Dile
Navê Bav: Mumerih
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: 15-09-2017 Hesekê / Di Encama Nexweşiyê
Nasnav: Seyîd Sifok
Nav û Paşnav: Ebdûlhemîd Sifok
Navê Dayikê: Emşa
Navê Bav: Elî
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs
Cih û Dîroka Şehadetê: 15-09-2017 Reqa
Nasnav: Zagros Dirbesiyê
Nav û Paşnav: Mehmûd Omer
Navê Dayikê: Şemsa
Navê Bav: Newaf
Cihê Ji Dayikbûnê: Dirbesiye
Cih û Dîroka Şehadetê: 12-09-2017 Reqa.”