REQQA – Şervanên QSD`ê bi vîneke xurt û mezin dikevin taxên ku hîna di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de ne û kêfxweşiya rizgarkirina herêmên li ser rûyên wan naçe.
Hemleya Rizgarkirina Reqqayê ji çeteyan bi hemû hêza xwe berdewam dike. Pêşeveçûyîna şervanên QSD`ê ber bi navenda bajêr ve dewam dike. Di her kêliyê de, noqteyên stratîjîk ji çeteyên DAIŞ`ê têne rizgarkirin.
Şervan bi îrade û moralekî mezin, dikevin noqteyên çeteyên DAIŞ`ê ku li hemberî derbeyên şervanan nikarin xwe bigirin.
Nûçegîhanê me ku hemleyê kêlî bi kêlî dişopîne, tevgera komeke şervanan ku noqteyên nû ji taxa EL-Berîd a aliyê rojava Reqqayê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, şopandin. Li taxa navborî şerên dijwar rû didin.
BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTÎ YA YPJ Ê