Şervanên QSD`ê ne hiştin ziyan bighêje keleha Herûn Reşîd

 

REQQA – QSD`ê yek li dû yekê bendên  parastinê yên DAIŞ`ê hildiweşîne. QSD`ê di nava taxa kevin a Reqqayê de kela Harûn Reşîd jî rizgar kirin û 700 m ketin taxê û ber bi navenda bajêr ve pêşve diçin.REQQA-FREMANDAR-MUNZER-QAMSLO ‫(1)‬ ‫‬

Taxa kevin a Reqqayê yek ji wargehên mezin ên çeteyên DAIŞ`ê di Reqqayê de ye. çeteyên DAIŞ`ê ji taxên din zêdetir li wê derê xwe bi cih kiribûn, niha jî DAIŞ`ê xwe dixwe ku tiştê ji destdaye vegerîne.

Rewşa taxa Kevin a Reqqayê ji taxên din ên di bin serweriya çeteyan de cudatir e. Çeteyan piraniya şêniyên taxê di herêmên di bin serweriya wan de kom dikirin, kesê çûna wê derê red bikiriba dê bihatiba kuştin an bi zindî dihatiba şewitandin, berovajî taxên din, çeteyan nasnameyên wan dibirin û zilan dikirin zîndanan. Çeteyên DAIŞ`ê her wiha tevahî malên sivîlên taxê jî bombe dikirin.

Fermandarê Eniya Rojhilatê bajarê Reqqayê Munzir Qamişlo axivî û got ku hêzên wan ji berî 4 rojan ve karîbûn dîwarên parastinê yên herî mezin û bihêz ên çeteyên DAIŞ`ê li Eniya Rojhilatê bajêr şikandin û derbasî Sûrê kevin ê Reqqayê û piştre derbasî taxa Kevin a Reqqayê bûn, ku DAIŞ`ê îdia dikir kes nikare têkeve vê herêmê.ʺ

QSD`ê Kela Harûn Reşîd topbaran nekir da wê biparîze

Fermandar Munzir Qamişlo da xuyakirin ku hêzên wan karîbûn derbasî Kela dîrokî kela Harûn Reşîd a di taxa Kevin a Reqqayê de bibin û wiha got.ʺ Hêzên me li her 4 aliyên kelê belav bûn û da ku kevneşopiya dîrokî , şaristanî û mirovahiya kelê bê parastin hêzên me çekên giran bikar neanîn. Niha jî kela di bin serweriya hêzên me de ye û em bi baldarî kelê paqij dikin.ʺ

Munzir Qamişlo diyar kir kuʺ Hêzên me her wiha parastina Sûrê kevin jî kir, dema li Sûrê kevin şer dikirin bi baldarî pêşve diçûn da şûnwarên dîrokê bên parastin ku milkê tevahî mirovahiyê û gelên herêmê ye, li ser vê yekê jî ti ziyan bi Sûrê kevin nebû .ʺ her wiha got ku ʺ hêzên wan bi kûraniya 700 m ketin taxa kevin a Reqqayê û ber bi navenda bajêr ve pêşve diçin.ʺ

Derbarê rê û rêbazên êrîşên çeteyên DAIŞ`ê di Eniya Rojhilata bajêr de, Fermandar Munzir Qamişlo diyar kir ku ji yên eniyên rojavayê Reqqayê ne zêde cûda bûn, çeteyan bi komên biçûk ku ne zîdeyî 9 kesan bûn êrîş dikirin. her wiha diyar kir ku sekvanên çeteyên DAIŞ`ê zêde li ser avahiyên bilind û mizgeftan bicih dibûn û di rêya tonelan re, êrîşên xwekujî û erebeyên bombekirî re êrîş dikirin.

Ji % 80 Malên sivîlan bombe kiribûn

Fermandar Munzir Qamişlo da destnîşan ku çeteyên DAIŞ`êʺ zêdeyî ji %80 malên sivîla li taxên rojhilatê bajarê Reqqayê bombe kiribûn da ku ziyanên mezin bi mal û milkên sivîlan bibin, binesaziya avahiyên bajkêr bê rûxandin û nehêlin Şervan ber bi navenda bajêr ve pêşve biçin.ʺ

Fermandarê Eniya Rojhilatê bajarê Reqqayê Munzir Qamişlo di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku, ji destpêka hemleya rizgarkirina bajarê Reqqayê  6`ê Hezêrana derbasbûyî ve şerên dijwar li taxên rojhilatê bajêr rû didin, hêzên wan bexwedaniyeke bê hempa di wan taxan de didin meşandin û got: ʺEmê di demên nêz de Reqqayê ji DAIŞ`ê rizgar bikin.ʺ

 

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …