Li sê aliyên Reqqayê şerên dijwar didomin: 34 çete hatin kuşti

REQQA – Li taxa Reqqa ya kevin ku şerên dijwar destpêkiribûn heta niha  dewam dikin. Li aliyê rojava yê Reqqayê û li başûr-rojhilatê Reqqayê jî  şerên dijwar didomin.  Di encama şerên ji duh êvar heta  niha 34 çete hatin kuştin.

Pêngava Rizgarkirina Reqqayê di roja 32`an de dewam dike. Şervanên QSD`ê ku pêşveçûyînên xwe ber bi navenda bajarê Reqqayê ve dewam dikin, derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê dixin û li gelek deverên bajarê Reqqayê, şerên dijwar rû didin.

Di vê çarçoveyê de, li tax Reqqa ya kevin a aliyê rojhilat ê bajar,  di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de şerekî dijwar ji duh êvarî  heya niha diqewime.  Çete ji bo taxa navborî ya stratejîk winda nekin, bi gurubên mezin êrîş dikin. Her wiha li gorî çavkaniyên leşkerî, çeteyên DAIŞ`ê hawanên ku madeyên kîmyawî di nav de hene, di taxê de bi kar tînin.

Li taxê ku şerekî dijwar heta niha rû dide, şervanên QSD`ê maşîneyeke bombebarkirî ya çeteyan beriya ku bighêje hedefa xwe, îmha kirin. Her wiha du çeteyên ku xwe amade dikirin xwe di şervanan de biteqînin, lê beriya ku bighêjin nava şervanan, hatin kuştin.

Di heman demê de, di şerên dijwar li taxa kevin a Reqqayê de, 15 çeteyên din jî hatin kuştin.  10 termên çeteyan, 2 qilêş û yek çeka Lav a artêşa Tirk a dagirker,  kete destê şervana. Di encama berxwedaniya li taxê de, 3`yê şervanên QSD`ê birîndar bûn.

li aliyê rojava, di taxa El-Diriyê jî şerên dijwar ji duh êvarî heta niha rû didin. di encam de 7 çete hatine kuştin û 2 şervanên QSD`ê  jî bi sivikî birîndar bûne. Her wiha 6 qilêş, yek BKC, yek B7 kete destê şervanan. Li vir jî, çeteyan dixwastin bi maşîneyek bombebarkirî êrîşe noqteyên şervanan bikin, lê beriya ku bighêje armanca xwe ji aliyê şervanan  ve hate îmahkirin. Li taxa navborî şerên dijwar didomin.

li gundê Sifên ê ku dikeve başûr-rojhilatê Reqqayê,  şerên giran rû dan. Li gorî encamên ku heya niha diyar bûye 10 çete hatine kuştin. Li gund şerên dijwar didomin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …