REQQA – Şervanên QSD`ê ji aliyê rojhilat û rojavayê Reqayê ve pêş dikevin.
Hemleya Rizgarkirina Reqayê di roja xwe ya 27ʹan bi hemû leza xwe didome û şervan rojane destkeftiyan bi dest dixin. Şervan ketin taxa Haşim Ebdulmelek a dikeve başûrê bajarê Reqayê û taxa Yermûk a dikeve rojavayê Reqayê. Her wiha şervan ji taxa El-Berîd û Hitîn bi pêşve diçin.
Nûçegîhanê yên hemleya Reqayê dişopîne pêşveçûna şervanan ji taxa El-Berîd dişopand.
BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTÎ YA YPJ Ê