Bersivdayîna YPG’ê li hember dagirkeran: 56 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin

Di Puşbera 2017’an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di bin fermandariya wî de

tevdigerin 102 caran bi çekên giran, bi tang, topên hawan û obûsan êrişê çeperên

hêzên me yê li seranserî xaka Rojava kiriye.

Artêşa Tirk a dagirker 24 caran bi balafirên şer û balafirên keşfê ya bê mirov

li seranserî Rojava geriyaye û axa Rojava binpêkiriye.

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 4 caran êrişên bejahî li ser çeperên

hêzên me kirine. Bersivdayîna li dijî êrişên bejahî ya çeteyan de 26 çete hatin kuştin,

4 kalaşinkof û tevî rextên wê, 2 telefon û nasnameyek hat desteserkirin.

Her wiha wesayîtek hat ruxandin, wesayîtek û bagerek hat derbkirin.

Hêzên YPG û YPJ di çarçoveya parastina rewa de 18 caran di asta pêwîst de

bersiva destdirêjî û êrişên artêşa Tirk û çeteyên wî dane.

Di dîroka 18.06.2017an de saet 1.30 şevê de 14 çeteyên DAIŞ’ê yê xwekuj

êrişên li Şedadê xalên asayîşê, nexweşxaneyê û xalekî ya şervanên YPG’ê kirin.

Bersivdayîna hêzên me de 6 çeteyan xwe teqandin, 6 çete ji aliyê şervanên me

ve hate kuştin û 2 çete jî dîl hatin girtin. Di encama vî şerî de 4 şervanên me

şehîd bûn û 3 şervanên me jî birîndar bûn. Her wiha li ser  çeteyan çekên wan ferdî,

1 BKC û bêtêleki Hytera hatin desteserkirin.

Ev demeke dirêje artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di bin fermandariya wî de

tevdigerin li tevahî Rojava bi taybet li ser Kantona Efrînê her cûre êrişan li ser hêzên me

û gelên me dike. Di encama êrişên wan de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dane û brîndar bûne.

Ji bilî vê encama topbarana artêşa Tirk û çeteyên wî de zirarên maddî ji aliyê sivîlan de çêbûye.

Li ser vê esasî hêzên me yên Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ

li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî di meha Puşberê de 5 çalakiyên

bersivdayînê yên bibandor lidarxistine.

Encama çalakiyên YPG’ê û YPJ’ê wiha ye:

40 çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker kuştin, 7 çete jî brîndar bûn.

Her wiha gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin. 1 adet A4,

2 adet BKC û tevî 20 hezar gulleyên wî, 6 kalaşinkof û tevî rextên wî,

2 bruno, 5 roketên B7, 2 adet dûrbîn û 3 adet bêtêl ketên destê şervanan.

7 wesayît û 3 motorsîklet hatin îmhakirin û 1 doçkaya 14,5 hat ruxandin

Her wiha di Pûşbera 2017’an de şervanên YPG û YPJ weke du hêzên

pêşeng beşdarê Pêngava Rizgarkirina Reqqayê bûn, di vê çarçovê de:

Destpêkirina Cenga Mezin ya rizgarkirina Reqqayê di 6’ê Pûşberê de bi

daxuyaniyekê hate ragihandin. Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)

ku şervanên  YPG û YPJ’ê di nav de cih digre di 9’ê Pûşberê li taxa Meşleb ya

rojhilatê bajar derbasî navenda Reqqayê bûn. Ji 9’ê vê mehê heta îro şervanên QSD

taxên El-Meşleb, Sînaa û El Betanî li aliyê rojhilat û Sibahiyê, Romaniyê û El-Qadisiyê

li aliyê rojava rizgar kirine. Her wiha Qada El-Cezra, Keleha dîrokî Til Herqalah,

Firqa 17’an, kargeha şekir û gelek deverên girîng û stratejîk hatine rizgarkirin.

Li taxên Hitîn, Yermûk û El-Nehda yên aliyê rojava û taxa El-Rewda li aliyê rojhilatî bajar,

şerên giran rû didin – di van şeran de qasî hat zelalkirin 542 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin

ûbi dehan çete hatine birîndarkirin. 7 çeteyên DAIŞ’ê jî bi saxî hatine girtin.

Di taxên hatine rizgarkirin de û şerên ku qewimî de gelek cebilxaneyên çeteyan

hatiye desteserkirin. Di Pêngava Rizgarkirina Reqqayê de ji aliyê şervanan ve bi

hezaran sivîl ji destê çeteyan hatine rizgarkirin û sivîlan gihandine cihên bi ewle.

Hêjayê gotinê ye ku zêdetirî yek ji caran ji bajarê Reqqayê hatiye rizgarkirin

û di 29’ê Pûşberê de dorpêça Reqqayê hatiye temamkirin.

Çeteyên DAIŞ’ê bi armanca şikandina dorpêça li ser navenda bajarê Reqqayê li her çar

aliyê bajar êrişên dijwar pêk tînin. DAIŞ sivîlên Reqayê weke mertalên zindî ji bo

parastina xwe bikar tîne.

Di meha Puşberê de şervanên YPG’ê û YPJ’ê wek hertim li hember çeteyên DAIŞ’ê şer

kirine û bi armanca têkbirina çeteyan a Rojava û Bakurê Suriyê de gihiştine şehadetê.

Di Pêngava Rizgarkirina Reqqayê de 7 şervanên YPJ’ê di nav de 84 şervanên YPG’ê şehîd bûne.

Her wiha têkbirina êrişên çeteyên DAIŞ’ê li ser herêma Şedadê de 6,

di encama qezayan de 6 şervanên me û 2 şervanên me jî encama

nexweşiyên giran gihiştine asta şehadetê.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …