Hovîtiya ku çeteyên DAIŞ`ê li peyî xwe hîştî zû bi zû nayê jibîrkirin!

REQQA – Ebû Mihemed ê ji gundê Hawî Hewa yê Reqayê, çeteyên DAIŞ` ê bi hinceta ku dema motorisklêt dajot, cilên wî rabibûn jor,  ew bi rengekî hovane êşkenc kirin û çend kêlî mabûn ku çete serê wî jê bikin.REQA-GUNDIYA-EW-XILASKIR ‫(1)‬ ‫‬

Ebû  Mihemed (71) ji gundê Hawî Hewa yê 2 Km li rojavayî bajarê Reqayê, dikeve. Ebû Mihemed  ku beriya şeş mehan ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû giritin, derbarê kiryarên çeteyan li herêmê ji ajansa me re axivî û got:”Çeteyên DAIŞ`ê ku derbasî herêman dibin, hemû jiyana wir serobînî hev dikin û  ew herêm ji her alî de xerab dibe. Zarok  û kesên ne zanî bi sedem û bê sedem li ser gel fermanan dimeşandin û destwerdana her tiştî dikirin. Heta gihîşt astekê ku çete simbêlên mêran rabikin û li ber  çavên hevjînên wan heqaret û êşkencê li wan bikin. Her wiha hevjînên wan jî dibirin “El-Hesbê” û ew jî êşkece dikirin”.

Ebû Mihemed  ku  şopa êşkenceyê hîna li ser wî diyar bû û zû bi zû nikaribû ew hovîtiya jibîrbikira, derbarê egera girtina xwe ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve wiha anî ziman:”Bi hinceta ku dema min motorsikêlet dajot cilên min hinekî rabibûn jor, ez girtin û birim navenda bi navê”El-Şeriya”. Li vir çeteyan gelek êşkence bi awayekî hovanê li min kirin û hikumê serjêkirinê li min birîn. Lê piştî ku şêniyên gundê me,  destwerdan kirin û bi hinceta ku ez “dînim”, çeteyan dev ji min berdan”.

Ebû Mihemed bi lêv kir ku hemû dizên bajarê tevlî DAIŞ`ê bûn û daxwaza ji gel dikirin ku bi wan re bibêjin “Mele” û wiha dewam kir:”Ev çi ol e, em muslimanan û xwedî û pêxmber nas dikin, lê çima wan wisa dikin? em nizanin”.

Her wiha Ebû Mihemed got ku çeteyên DAIŞ`ê  qaşo xwe şerîf dihesibandin, lê di heman demê de”araqî” vedixwarin û di penceran re li jinan temaşe dikirin.

Ebû Mihemed wiha dawî li axaftina xwe anî:”Hemdulah em ji qirêjiya DAIŞ`ê rizgar bûn, em bi azad êdî tevdigerin û bi jin û xizmên xwe re bê tirs rûdinin”.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …