Şervanên QSDʹê di navenda Reqayê de pêş dikevin:

REQA– Şervanên QSDʹê li taxên Emîn û Sekene yên navenda bajar û taxa Nehde ya rojavayê bajar derbeyên giran li çeteyan dixin û pêş ve diçin. Di wan taxan de şerên giran rû didin. Li Taxa Emîn 11 çete hatin kuştin.

Hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê ket roja xwe ya 94ʹan de û şervanên QSDʹê di nîvê bajarê Reqayê de pêş ve diçin û derbeyên giran li çeteyan dixin. Di taxên Emîn û Sekene yên li navenda bajar û taxa Nehde ya rojavayê bajar di navbera şervanên QSDʹê û çeteyên DAIŞʹê şerên dijwar rû didin.  Şervanên QSDʹê pêşveçûna xwe didomînin.

Çeteyan li Taxa Emîn bi armanca ku çepere ku şervanan li ser wan feriz kiriye bişkînin û êrîş pêk anîn. Koma ku êrîş pêk anî ji 11 çeteyan pêk dihat. Hêzên QSDʹê berdiva koma êrîşkar da û hemû çete hatin kuştin.

Şerê li navenda bajar û rojavayê bajar hîn jî didome.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …