YPG: Artêşa Tirk koçberekî ji Reqayê qetil kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navend Ragîhandina YPGʹê diyar kir ku êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ser herêmên Rojava didome û got ku Artêşa Tirk welatiyekî ku ji Reqayê koçber bûye qetil kir.

Navenda Raghîndina YPGʹê têkildarî êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser xala Rojava-Bakurê Sûriyê daxuyaniyek da û bîlançoeya êrîşên 7 rojên dawî ji raya giştî re eşkere kir.

Daxuyaniya Navneda Ragîhandina YPGʹê li ser malpera fermî  hate weşandin  wihaye:

ʺÊriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya wî de tevdigerin yên li ser xaka Rojava berdewam dikin. Di encama gullebarana leşkerên artêşa Tirk de sivîlekî ku ji bajarê Reqqayê koçber bûye hat qetilkirin.

Encamên êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî yên 7 rojên dawî wiha ne;

Di dîroka 01.09.2017an de balafirekê keşfê ya çeteyên girêdayî artêşa Tirk dema ku dixwest li ser herêma me keşfê bike ji aliyê hêzên me ve hedef hat girtin û hat xistin.

Di dîroka 02.09.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka û roketên B7 êrişî Girê Barîn û Girê Baz yên girêdayî herêma Cindirêsê û dîsa bi çekên doçka û topên hawanê êrişî Girê Baflonê yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê kirin. Di encama topbaranê de şervanekî me gihişt şehadetê.

Dî dîroka 03.09.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk gulle avêtin Girê Baz, Girê Barîn, Girê Dêrbelût yên girêdayî herêma Cindirêsê, Girê Baflonê yê girêdayî navçeya Şera, gundê Basûfanê û Bircikê Silêman yên girêdayî navçeya Şêrawa yên Kantona Efrînê. Hêzên me jî di heman demê de bersiv dan êrişên çeteyan. Lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Her wiha di heman rojê de komek çete xwestin ku li eniya gundê Maranezê yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê çeperên nû yên şer ava bikin, hêzên me ew ferq kirin û bi çekên BKC bersiv dan çeteyan. Di encam de avakirina çeperên nû hat sekinandin.

Dî dîroka 04.09.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka û topên hawanê êrişî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa, dîsa bi çekên ferdî û roketên B7 êrişî Girê Baz û Girê Barîn yên girêdayî herêma Cindirêsê û saet di 21:00an de bi obûsan êrişî gundê Belûniyê yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê kirin. Her wiha balafirên keşfê yên bê mirov li ser herêma Cindirêsê geriyan. Hêzên me jî di heman demê de bersiv dan êrişa çeteyan.

Di dîroka 05.09.2017an saet 16:30an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka û obûsan êrişî gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa û bi çekên doçka êrişî Girê Batman û Girê Berxwedan yên girêdayî herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê kirin. Hêzên me jî di heman demê de bersiv dan êrişa çeteyan.

Di dîroka 06.09.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa, bi çekên doçka û topên hawanê êrişî gundên Belûniyê, Eyn Deqnê û Girê Qestelê yên girêdayî navçeya Şera; her wiha bi heman çekan êrişî Girê Baxtiyar û Girê Batman yên girêdayî herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê kirin. Dîsa di heman rojê de saet di 15:30an de li gundê Xizêla yê girêdayî navçeya Girê Spî ku dikeve ser sînorê Tirkiyê sivîlekî ji gundê Esediyê yê girêdayî bajarê Reqqa bû gullebaran kirin. Di encam de sivîl hat qetilkirin. Sivîlê ku jiyana xwe ji dest da ji aliyê hêzên me ve hat rakirin û radestê malbata wî hat kirin.

#قسم_الإعلام
#مكتب_العلاقات_العامة_لوحدات_حماية_المرأة

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …