QSDʹê avahiya nifûsê ya Reqayê rizgar kir, 47 çete hatin kuştin

 

REQA– Di taxa Mirûr a Reqayê de şerê giran rû dide, şervanan avahiya nifûsê rizgar kirine û nêzî Qesra Edlî (Dadgeha Giştî) dibin. Di şer de 47 çete hatin kuştin.

Hemleya Rizgarkirina Reqayê ku di 6`ê Hizêranê de dest pê kiribû, di meha sêyemîn de bi hemû leza xwe dewam dike. Li taxa Mirûr a aliyê rojava yê Reqayê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞʹê de şerên dijwar diqewim in. Şervanan avahiya nifûsê ya li taxa Mirur rizgar kirin û li derdora Qesra Edlî (Dadgeha Giştî) şer didome. Di şer de heta niha 47 çete hatine kuştin.

Şer bi hemû hêza xwe didome.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …