Şervanên Minbicê: Çiqas êrîş werin jî em vir bernadin

MINBIC – Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gotin “Eger êrîşeke ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê pêk were, em ê li hember bisekinin” û soza parastina sivîlan û rizgarkirina bajarê Babê dan.

Artêşa Tirk û çeteyên wê di dema dawî de êrîşên xwe yên li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê zêde kiriye. Gundê Qertwêranê yê li bakurê bajaroka Erîma ya li rojavayê bajarê Minbicê jî di vê dawiyê de rastî êrîşên giran hatiye.

Çend caran hewl dan ku gund dagir bikin, lê berxwedaniya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li pêşiya wan bû mertal û nehişt ku bikevin gund.

Şervanên Minbicê dibêjin ku eger temenê wê şehadet jî be, wê nehêlin ku hêzên dagirker derbasî herêmên wan bibin.

 

Yek ji şervanan Ebû Nûr soz da ku wê li hemberî dagirkeriya Artêşa Tirk bisekinin û hemû xaka ku ji aliyê Artêşa Tirk û çeteyên wê hatiye dagirkirin, rizgar bikin.

EBU EBIR

Şervanê Meclîsa Leşkerî yê bi navê Ebû Ebîr jî got “Em li vir in û em ê pêşde biçin. Em soz didin gundiyên Qertwêranê ku em gavekî jî paşde navêjin.”

ARDAL ELBAB

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Erdal El-Bab ku bi xwe ji bajarê Babê ye, soz da xelkê bajarê Babê ku dê wan ji dagirkeriya Artêşa Tirk û çeteyên wê xelas bikin.

Erdal got “Em ji bo hemû êrîşan hazir in. Ez ji xelkê xwe yê Babê re dibêjin em tên û em ê di demeke nêz de we ji dagirkeriya Tirkiye û çeteyên wê rizgar bikin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

https://www.youtube.com/watch?v=JsP_HEK5NS4

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …