Bajaroka Siwêdan hate rizgarkirin

 DÊRAZOR – Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bajaroka Siwêdanê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya Pengava Bagera Cizîrê de ku ev 94 roj in didome darbeyên giran li çeteyên DAIS’ê dane.

Şervanên QSD’ê ev 12 roj in ji bo rizgarkirina bajarokê Siwêdan ku 25 km dikeve bakur-rojhilatê bajarê Dêrazorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin. Di encamê de bajarok bi temamî ji çeteyan hate rizgarkirin.

Di şerê 12 rojên derbasbûyî de 273 çete hatin kuştin ji wan 57 cenaze ketin destê şervanên QSD’ê. Şervanan 4 maşîneyên doçka li ser, 4 maşîneyên leşkerî, 5 hawan, maşîneyeke bombebarkirî, motoskiletek û gelek cebilxane jî desteser kirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …